Parêzerên ku di du hefteyê dawî de 4 caran ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bînin serî li dezgehên Tirk dan, her carê bersivekê neyînî wergirtin. Li ser vê helwêsta dezgehên rejîma Tirk, parêzerên Ocalan serî li Desteya Çavdêriyê ya Êşkenceyê (CPT) dan.
Parêzerên Nivîsgeha Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, cara 4’emîn serlêdana wan a li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Mudiriyeta Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiha Bilind a Îmraliyê hat redkirin.

Hefteya borî roja Çarşem û Îniyê, duh jî bi hinceta "muxalefeta hewayê" hevdîtin hatibû astengkirin. Parêzeran îro cara 4'emîn serî li dozgeriyê dan. Lê di demjimêrên danê êvarê de Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê li parêzeran geriyan û diyar kirin ku bi hinceta "muxalefeta hewayê" dê hevdîtin neyê kirin. Midûrê girtîgehe ji parêzeran re got ku ew dikarin ji bo roja 15'ê Tebaxê dikarin careke din serlêdanê bikin. Parêzer ji bo ku roja Duşemê hevdîtinê pêk bînin dê sibe serlêdanê pêk bînin.


‘Astengkirina hevdîtinan  polîtîkaya dewletê ye'
Ji parêzerên Ocalan, Îbrahîm Bîlmez got: “Bi muwekîlê me Ocalan re hevdîtinên me tê astengkirin, em vê yekê weke polîtîkaya dewletê dibînin, dema dixwazin dihêlin em hevdîtinê pêk bînin dema naxwazin jî nahêlin. Em bang li raya giştî dikin ku hestiyar be.”
Ji ber du hefte ye bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtin tên astengkirin, parêzerên Nivîsgeha Hiqûqê ya Sedsalê bertek nîşan dan. Prz. Bîlmez diyar kir ku bi muwekîlên wan Ocalan re gelek caran mafê hevdîtinê tê astengkirin û wiha pêde çû: “Em dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, ev mafê me yê herê xwazayî ye; lê belê piraniya hevdîtinan bi zanatî tên astengkirin.”
Bîlmez destnîşan kir ku nehiştina hevdîtinê bi Ocalan re polîtîkaya dewletê ye û wiha berdewam kir: “Dewlet kengê bixwaze dihêle em hevdîtinê pêk bînin, kengê nexwaze em nikarin pêk bînin; ev tiştekê kêfî û dilxwestekî ye. Di hundirê 2 hefteyan de me çend caran ji bo hevdîtinê serî li dezgehê pêwîst dan, lê bi hinceta ‘mûxalefeta hewayê ya neyînî’ daxwaza me ya hevdîtinê red kirin. Rayedarên girtîgehê dibêjin mezinahiya pileya bayê 4.6 e, lê di vê pileyê de çendîn caran hevdîtin pêk anîn.”
Bîlmez diyar kir ku dê rojên Duşemî û Çarşemiya bê serlêdana xwe dubare bikin. Bîlmez da zanîn ku astengiya hevdîtinan ji CPT’yê re ragihandin û her wiha di vî warî de banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Hevdîtin cara 4'emîn hat astengkirin
Parêzerên Nivîsgeha/Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku muwekîlên xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dan. Lê cara 4'emîn bersiva neyînî dan parêzeran.

Hefteya borî roja Çarşem û Îniyê, duh jî bi hinceta "muxalefeta hewayê" hevdîtin hatibû astengkirin. Parêzeran îro cara 4'emîn serî li dozgeriyê dan. Lê di demjimêrên danê êvarê de Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê li parêzeran geriyan û diyar kirin ku bi hinceta "muxalefeta hewayê" dê hevdîtin neyê kirin. Midûrê girtîgehe ji parêzeran re got ku ew dikarin ji bo roja 15'ê Tebaxê dikarin careke din serlêdanê bikin. Parêzer ji bo ku roja duşemê hevdîtinê pêk bînin dê sibe serlêdanê pêk bînin.

STENBOL/BÛRSA




Hatîp Dîcle serî li DMME’yê da


Parêzerê Parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Amedê Hatîp Dîcle yê ku serlêdana wî ya ji bo parlementeriyê ji aliyê YSK’ê ve hat qebûlkirin û hat hilbijartin, piştî hat hilbijartin dîsa ji aliyê YSK’ê ve hat vetokirin Levent Kanat serî li DMME’yê da. Di serlêdana ku parêzer Kanat kir de ragihand ku Serdozgeriya Taybeta Enqereyê di 31’ê Adara 2008'an de bi hinceta ‘Propagandaya PKK’ê kiriye’ doz li Hatîp Dîcle vekiribû. Di îdîanameyê de daxuyaniya Dîcle ya di 23’ê Cotmeha 2007 de dabû ajansa nûçeyan a ANKA’yê weke hincet tê nîşandan û xwest ku Dîcle di çarçoveya zagona 7/2 ya Têkoşîna bi Terorê re’ û Madeya 53. a TCK’ê were cezakirin.

Kanat di daxwaznameya xwe de diyar dike ku Hatîp Dîcle ji bo hilbijartina parlementeran a 12’ê pûşperê weke parlementerê serbixwe serî li YSK’ê daye û YSK’ê jî di 21’ê nîsana 2011 de serlêdana namzediya Dîcle erê kiriye, piştî ku Dîcle hat hilbijartin parlementeriya wî hat betalkirin.

AMED