Yekê Îlonê di heman demê roja salvegera kovara Parêzvanên Rojava bû. Di 1’ê îlona 2015’an de kovara Parêzvanên Rojava bi dirûşmeya “YPG Temînata Rojava ya Azad û Sûriyeya Demokratîk e”, hejmara xwe ya yekemîn weşand. Kovara “Parêzvanên Rojava” kovareke mehane ya leşkerî, siyasî û bîrdozî ye. Bi armanca avakirina lêhûrbûna bîrdozî û leşkerî di nav şervanên YPG û YPJ´ê de ev bû, salek e ku weşana xwe didomîne. Kovar, li her sê Kantonên Rojava, di nava hemû şervanên YPG/YPJ tê belavkirin. Amadekirin, çapkirin û belavkirin ji hêla şervanên YPG û YPJ ve tê kirin.


QAMIŞLO