Piştî du salan Parîs dîsa bi komkujiyekê bû rojeva sereke ya tevahiya cîhanê. Di êrîşa îslamîstên radîkal a li ser navenda kovara mîzahê Charlie Hebdoyê de, piranî karîkaturîstên bi nav û deng, 12 kes bi awayekî hovane hatin kuştin. Êrîş di dema ku Kurdan amadekariya bîranîna sê jinên şoreşger (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez) ên ku du sal berê li Parîsê hatibûn kuştin, dikir, pêk hat. Îro jî (10.01.15) bi deh hezaran Kurd bi Fransî û xelkên din ên li Fransayê re him sê jinên şoreşger him jî karîkaturîstên hatine kuştin, bibîr tînin û kujeran protesto dikin.
Êdî cîhan biçûk e, her tişt hên leztir e û tenê di nava deqiqeyekê de herkes dikane ji bûyereke ku li devereke cîhanê pêk hatî, xeberdar bibe...
Lê mixabin mirovahî êdî tenê xeberên reş parî hev dike. Xeberekî ku tevahiya însanan şa bike, qe nayê bîhistin. Herkes an rastî û nasnameya xwe vedişêre an jî bi tirsekê xwe ji kesên din ên xwedî nasnameyên cihê diparêze. Nirxên ku mirovan, xelkan divê nêzî hev bike, berovajî bona mirov û xelk ji hev dûrtir bibin tên bikaranîn...Însan, civak û xelkên li seranserê cîhanê gişt bi feraseta desthilatdarbûnê, serdestiyê, dijminatiyê, cihêtiya nasnameyî ya etnîkî û dînî ve tên motîvekirin. Nirxên moralî wek navgînên şer û pevçûnê tên bikaranîn. Hestên însanî wateya xwe wenda kirine û însan bûye mîna robotekî bêruh û bêhest..
Modernîteya kapîtalîst, însan û civakan bi vî rengî kontrol dike û dixwaze emrê xwe bi vî rengî demdirêji bike. Him alozî, şer û trajediya li Rojhilata Navîn him jî hovîtiya di dilê Parîsê de pêk hat; DAÎŞ, El-Qaîde û nijadperestiya li Ewropayê gişt encamên heman aqlî ne... Heta ku armanc û feraseta pergalên siyasî û desthilatdariyê bi nirxên civakî, wekhevî, edalet, parvekirin û azadkirina însan û xelkan pêk bê; însan bi xwe wê her tim bibe dijminê herî hov ê însanan...
***
Du sal di ser re derbas bû, lê hê jî kuştina sê jinên Kurd ên şoreşger nehatiye zelalkirin. Nezelalkirina kuştina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hevkariya qirêj a Fransa û dewletên Ewropî ya bi dewleta Tirk re radixe ber çavan. Fransa, Almanya û dewletên din ên ji bo astengkirina xebatên civakî, kulturî û siyasî yên Kurdan ewqas bi hûrûkûr tevdigerin û civaka Kurdî di bin tundiyê de dihêlin, ev du sal e bêdeng in. Wer xuya ye ku eger Kurd û hêzên demokratîk bi israr nebin, ew hêzên gumanbar wê di derbarê komkujiya Parîsê de her bêdeng bimînin. Di vê meseleyê de yê neyê hesabkirin ew e; ku Kurd êdî tenê êşên xwe naynin zimên, di heman demê de ketine pêvajoya hesabpirsînê jî...
***
Hikûmeta Fransayê çend meh berê bi hikûmeta Tirk re bahsa biçekkirina qaşo muxalefeta Sûriyê dikir. Êdî herkes jî dizane ku gorî hikûmeta Tirk, opozîsyona rejîma Sûriyê an DAÎŞ e, an En-Nûsra an jî ajanên xwe û dewletên din ên otorîter û paşverû yên Rojhilata Navîn in. Ew çekên bi cîhadîstên hov hatiye dayîn niha vedigerin xwediyê xwe. Çawa polîtîkaya hikûmeta Tirk a biçekkirin û piştgirîdayîna DAÎŞ’ê ew li herêmê tenê hiştiye û rehetî nedaye wê, niha hikûmeta Fransayê jî bedela biçekkirina Îslamîstên cîhadîst li Lîbya û li Sûriyê, bi komkujiyên li Parîsê dide û bi çekên xwe ve tê êşandin. Weke bûmerangekê Fransî bi çekên Fransayê ve têne kuştin... Tirkiye, Fransa, Amerîka, dewletên din ên serdest û yên herêmî êdî nikanin bi hêsanî vê navgîna hovîtiyê (DAÎŞ û cîhadîstên din) kontrol bikin. Lê mixabin li beramberê vê yekê tevahiya mirovahî êşê dikşîne...
***
Li hinda vê fanatîzmê û hovîtiyê rewşa rewşenbîriya Îslamî jî pirr trajîk e. Hên jî nikanin û nawêrin bi awayekî zelal û aşkere hovîtî û wahşeta bi destê îslamîstan û bi navê Îslamê tê kirin, şermezar bikin. Di meseleyên bi vî rengî de jî hên ji xwe re pareke ‘mazlûmtiyê’ digerin û xelk û alemê rexne dikin. Helwesta wan jî vê hovîtiyê kûrtir dike û her gotina wan a bi navê İslamê, nirxekî moralî yê mirovahiyê ji holê radike...Parîs nîşana wê yekê ye; ku eger mirovahî hişê xwe hilnîne serê xwe, rojên hên xirabtir me dipên...