Komkujiya vê dawiyê ya li Parîsê ya li dijî kovara mîzahê Charlie Hebdoyê ji hêla gelek analîzvanan ve wek mîladekê hat nirxandin. Hinekan bûyer wek ‘11’ê îlona Ewropayê’ binav kir. Gelo bi şîroveyên wek ‘destpêka pêvajoyekî nû’ re çi tê xwestin ku bê gotin; siberojeke aramtir me dipê an em bi siberojeke hên xirabtir re rû bi rû ne?
Piştî êrîşa 11’ê îlona 2001’ê ya li New York a Amerîkayê, hêzên serdest ‘şerê li dijî terorê’ dan destpêkirin. Bo Rojhilata Navîn jî projeya ‘Îslama nerm’ xistin rojevê. Di çarçoveya van polîtîkayan de sîstemên li welatên Pêş Asya, Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê tev hatin hejandin, hinek jî hatin hilweşandin. Di vî şerê desthilatdariyê de bi sedhezaran mirovên sivîl hatin kuştin. Bi destpêka ‘Bihara Ereban’ re jî meydan ji komên çekdar ên Selefî re hate hiştin.
Seranserê Rojhilata Navîn bû wek dojeh, bi dehhezaran însan ji hêla Selefîstan (El-Qaîde, DAÎŞ, En-Nûsra, Boko Haram û hwd) ve bi awayekî hovanê hatin serjêkirin, bi komî hatin kuştin. Ji ber ku sosyolojiya xelkên herêmî nehat berçavgirtin û tenê berjewendiyên serdestan mohra xwe li siyasetê da, ‘Îslama nerm’ jî şûna xwe ji vê hovîtiyê re hişt, wê re pêşî vekir. Şer bi navê desthilatdaran, lê bi destê hovên Selefîst ve tê birêvebirin. Hêzên serdest jî xwe wek qaşo rizgarker û aramîkerên herêmê derdixin pêş!
Li Tirkiyê Partiya Dad û Pêşveçûnê (AKP) wek modelê ‘Îslama nerm’ ji hêla hêzên serdest ên navdewletî ve bona berjewendiyên wan hat sazkirin û heta şerê li Sûriyê jî bi vî awayî hate tolerekirin. AKP’ê ji hemû hêzên Selefîst, paşverû, kevneperest, hov, zilmkar û rişwetxwar re rûyekî ‘nerm’ nîşan da, lê li hember mafên Kurdan ên netewî û demokratîk rûyê xwe yê rast yê bêhest û bêwijdan nîşan da. Wê jî bi piştgiriya ku ji hêzên serdest girt, polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî Kurdan a wek ‘înkarkirin û tunekirin’ê bêyî astengiyekê bi rê ve bir. Di serdema desthilatdariya wê de, wekî demên berê, bi sedan Kurd hatin kuştin, bi hezaran hatin girtin û êşkencekirin.
Herwiha bo fetisandina şoreşa Rojava jî çi ji destê AKP’ê hat, bi bikaranîna hemû hêza dewletê, kir. Aktorê ‘Îslama nerm’ hat û di dawiyê de di hevkariya Selefîzmê de çikiya. Nirxên ku ew diparêze, êdî ji hêla tu kesan ve nayê cidîgirtin. Xelk û alem bi pratîkên Hikûmeta Tirk ên girêdayî xewn û xeyalên wan ê bi navê ‘Osmanîtiyê, pêşeng û serdestbûna li seranserê Rojihalat Navîn re kenê xwe dike. AKP him li herêmê him jî li qadê navdewletî ji hêla siyasî ve bi serê xwe tenê maye. Rewş û pratîka wê ya ku neguherî tenê polîtîkaya dijkurd e; hê jî hemû kîna xwe li ser Kurdan re vedirêşe...
Ne siyaset, ne bîrdozî, ne jî nirxên kulturî û exlaqî; tu tiştekî ku AKP bide mirovahiyê tune ye, berovajî zirarê dide. Eger komkujiya 7’ê Çileyê ya li Parîsê wek destpêka serdemeke nû bê nirxandin, mirov dikane vê yekê bi taybetî jî bo AKP’ê bîne serzimên; bi komkujiya Parîsê re serdema AKP’ê bi dawî bû...
Li beramberê vê yekê, nirxên ku Tevgera Azadiyê ya Kurdî dixwaze pêşbixe, ne tenê bo xelkên li Rojhilata Navîn, bo xelkan giştan deriyê aştiyê, aramiyê, azadiyê û wekheviyê vedike. Bi slogana wek ‘Ji Kurdistanê re azadî, ji Rojhilata Navîn re demokrasî’ re siyaseta wê ya ku şûna ‘netewdewletê’, ‘netewa demokratîk’ pêş dixe û ji rengên civakî giştan re azadî û îradebûnê dixwaze, hêviyê dide xelk û civakan giştan. Ev çira êdî li Rojava pê ketiye û ronahiya xwe dide Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê. Keç û xortên Kurd li hember hovîtiyê, rûmet û siberoja mirovahiyê diparêzin û bona vê yekê jî çavê herkesî li ser têkoşîna wan e.
Yanî mirov dikane komkujiya dawî ya li Parîsê bo Tevgera Azadiyê ya Kurdî jî wek destpêka serdemeke nû binirxîne.
Komkujiya 7’ê Çileyê ya li Parîsê nîşana bidawîbûna serdema AKP’ê û destpêka rewadîtin û pêşengiya siyaseta Kurdî ya bi bîrdoza Tevgera Azadiyê ya Kurdî ya ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve tê pêşxistin e.