Şaredariya Colemêrgê li Taxa Sumbul, Parka Surma Xanim ji bo gel vekir. Parlementerên BDP'ê Erol Dora, Adil Zozanî, namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol, şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglu, şaredarê Şemzînanê Sedat Tore, namzeta hevşaredariya Geverê Rûken Yetîşkîn, Însiyatîfa Demokratîk a Asurî, Keldanî, rêvebirên BDP'ê, xebatkarên Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Binevş, endamên jin yên KESK'ê û bi sedan welatî beşdarî merasîma vekirina parkê bûn. Park bi rengên cuda hat xemilandin, alên PKK'ê hatin daliqandin û bi suryanî, tirkî û kurdî "Hûn bi xêr hatin Parka Surma Xanim' hat nivîsîn. Parlamenter, namzetên hevşaredariyê kurdele jêkirin.


Dora bang li Suryaniyan kir
Parlamenter Erol Dora bi suryanîkî axivî û anî ziman ku ji ber ku navê Surma Xanim li Colemêrgê li parkekê hatiye kirin, pir kêfxweş e. Dora bang li suryaniyên ku koçber bûne kir û wiha got: "Êdî siyaseteke demokratîk tê meşandin. Ez bang li gelê xwe yê suryanî dikim ku vegerin. Di çarçoveya pêvajoya ku ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, emê cewherê xwe biparêzin û bitêkoşin. Werin em bi hev re şaredariya xwe bi rêve bibin û li axa xwe xwedî derkevin." 


Parka biratiya gelan e
Şaredar Fadil Bedirhanoglu destnîşan kir ku parka Surma Xanim, biratiya asurî, suryanî, keldanî û kurdan temsîl dike. Bedirhanoglu anî ziman ku ji ber tîpa 'x' nav nehatiye qebûlkirin û ji bo bi kar anîna tîpa 'x' dê israr bikin û careke din serlêdan bikin. Namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol bi suryanîkî, kurdî û tirkî gel silav kir û wiha got: "Ez spasiyên xwe ji şaredariya Colemêrgê re dikim. Surma Xanim sed sal berê sembola berxwedanê bû. Ez jî drêça wê de di nav BDP'ê de têkoşîna xwe bidomînim."
Surma Xanim kî ye?
Piştî axaftinan koma erbaneyê ya 'Jin jiyan azadî' ku di bin banê Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran xebatên xwe dimeşîne derket ser dikê û koma folklorê ya şaredariya Colemêrgê derketin ser dikê. Surma Xanim di sala 1883'an de li gundê Qudsanîna Colemêrgê ji dayik bû û di mijdara sala 1975 an de li Calîfornia Turlok ya Amerîkayê jiyana xwe ji dest da.
Surma Xanim weka kesek sembola berxwedana jinên Suryanî tê zanîn.  

 COLEMÊRG