Li bajarê Swîsreyê Winterthurê ji bo Berkîn Elvan ê di dema çalakiyên Geziyê de hatî qetilkirin û Koray Kaya yê ku hîna 12 salî di komkujiya Otela Madimakê ya li Sêwazê de sala 1993´yan hatibû qetilkirin, parkek hat çêkirin. Navê herdu zarokan li parkê hat kirin. Navenda Çandê ya Elewî ya Winterthurê Parka Berkîn Elvan û Koray Kaya da çêkirin. Dayika Berkîn Elvan, Gulsum Elvan jî di merasîma vekirina parkê de amade bûn. Pişçtî axaftinan bi qutkirina kurdelayê Parka Berkîn Elvan û Koray Kaya li xizmeta xelkê hat vekirin.
WINTERTHUR