Parlamena Herêma Kurdistanê doh careke din civiya. Dihat payîn Yekitiya Nîştimanî Kurdistanê (YNK) tevlî civîna parlamenê bibe. Lê civîn careke din bê YNK’ê pêk hat.
Di civînê de ji fraksiyona YNK’ê tenê Rahî Seîd Brahîm amade bû. Seîd jî ji ber sondxwarinê tevlî civînê bû. Piştî ku Seîd sondxwar, li şûna Qubat Talebanî bû parlamenter.
Li aliyê din Seroka parlamena Herêma Kurdistanê di civîna doh ya parlamenê de Tevgera Nifşê Nû derxist derve.
Seroka parlamenê Vala Ferîd, li ser biryara parlemenê peyivî û got, “Ji ber ku koma Nifşê Nû li gorî rêziknameya parlamenê tevnegeriyaye hatiye derxistin.”
Nifşê Nû li ser vê yekê bi daxûyaniyeke çapemeniyê helwêsta xwe nîşan da.
Serokê fraksiyona Nifşê Nû, Dr. Kazim Faruz di daxuyaniya çapemeniyê de got, “Me weke koma herî mezin a opozîsyonê, parastin li yasa û mafê xelkê kir. Lê ji ber vê yekê em derxistin derve. Ev jî pîlaneke YNK û PDK’ê ye. Ev yek li dijî birgeya dûwem û çarem ya madeya 28 a parlamenê ye. Bi vê yekê dixwazin ku em çavdêriya wan nekin. Lê em ê çavdêr bin, û karên xwe ranewestînin.”
ROJNEWS/HEWLER