Parlamena eyaletê ji dewleta polîs re got ‘Erê’
Li eyaleta Bavyera ya Elmanyayê ku bi nifûsa xwe ya ji 13 milyonan, duyemîn eyaleta herî mezin e, qanûna polîsan a ku ev demeke tê nîqaşkirin, ji aliyê meclîsa eyaletê ve hate qebûlkirin.
Li eyaleta Bavyerayê ku Partiya Yekîtiya Sosyal a Xiristiyan a muhafezekar (CSU) lê desthilatdar e, qanûna li ser “erk û wezîfeyên polîsan” hate qebûlkirin ku ev yek dikare rê li ber “dewleta polîsan” veke.
Pêşnûmaqanûna bi navê “qanûna wezîfeya polîsan” (PAG -Polizeiaufgabengesetz) li Parlamena Eyaleta Bavyerayê li dijî 67 dengên dijber bi 89 dengan hate qebûlkirin.
Di dengdanê de Partiya Sosyal Demokrat (SPD), Partiya Keskan (Die Grunen) û Dengdêrên Serbixwe (Freie Waehler) dengên ‘na’ dan.
Li gorî qanûna ku hate qebûlkirin, bêyî biryara dadgehê polîs dikarin dest li mafên destûrî werdin. Li eyaleta Bavyerayê bi vê qanûnê re destûra polîsan heye ku dest li jiyana taybet a mirovan werdin û kontrol bikin.
Li gorî qanûnê, polîs bêyî gumaneke şênber wê karibe kesê dixwaze destgîr bike, li telefonan guhdarî bike. Her wiha ji erkên polîsan e ku karibin dest deynin ser telefon û komputeran, yan jî di meş û xwepêşandanan de kelepçeyê bi kar bînin.. MUNCHEN