Li bajarê Elmanyayê Freiburgê, komîsyona karê derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), Meclîsa Jinan Nûda û Komîteya Kürdistan Solidarität (Piştgiriya Kurdistanê) bi heyetekê hevdîtin kirin bi parlamenterê SPD´ê Dr. Johannes Fechner.

Hevdîtina bi parlamenterê federal Fechner re li avahiya partiyê ya SPD´ê ya li Emmedingenê çêbû. Heyetê ji Frechner re behsa grevên birçîbûnê yên dewam dikin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Andullah Ocalan, pêkanînên kêfî yên li dijî sazî û kesayetên Kurd ên li Elmanyayê jî kir û li ser rewşa siyasî û aktuel pê re peyivî. Heyetê îşaret bi qonaxa gelekî tehlûke ya grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê gihiştiyê kir, xwest di serî hikûmeta Elmanyayê, welatên Ewrûpayê beranberî mijarê hestyar bin û hewldanên pêwîst jî bikin. Li ser rewşa siheta çalakgerên li Ewrûpayê û daxwazên wan jî heyetê agahî dan û ji bo bibe belge jî, li ser van mijaran heyetê doyayek da parlamenterê SPD´ê Johannes Fechner.

Parlamenterê SPD´ê Fechner jî razîbûna xwe ji serdanê îfade kir û got, ew ê dosyayê bi îhtîmam lêbikole. Fechner got, ew ê nexasim meseleya grevên birçîbûnê ji nêz ve bişopîne, û da zanîn ku ew ê mijarê ragihîne partiya xwe û wezareta karê derve ya Elmanyaya Federal.

 

EMMENDINGEN