Parlamena Ewropayê di 17‘êmeha Mijadrê de  li ser qedexebûna bombên mîsketê rawestiya.
Di tesbît agahdarî û peşniyazên xwe de Parlaman li ser peymana û herwaha li ser barpirsixyariya welatên ku vê qedexe îmze kirîne rawestiya.
Wek tê zanîn di dema dawiyê de Tirkiyê li hember Gerillayan ev bombeyan bi kar anîbû û saziyên amfên mirovan jî Tirliyê ji ber vê yekê tawanbar kirîbûn.
Parlamena Ewropayê dide zanîn ku:
Peymana qedexekirina bombeyên Mîsketê 1’ê Tabaxê 2010’an de hatiye pejirandinê;
Ev peyman di 8‘ê Mijdarê 2011’an de 111 dewlet piştgiriya vê bîryarê kirine;
108 welatan ev peyman îmze kirine (ji wan 3 welatên YE’yê ne);
Civata giştî YN’an di dawiya sala 2008’an de bîryarêkî li ser qedexekirina bombeyên mîsktetê pejirandîbû;
Ceribandina vê bombeyan zerarêkî tund dide kesên sîvîl û birînên wan bi piranî bi kuştina kesan bi dawî dibe;
Wek tê zanîn li Lîbyayê di meha N1îsanê 2011’an de bombên mîsketê hatîbûn ceribandin û YE‘yê ji ber vê yekê dewletê Lîbyayê şermezar kirîbû;
Bi ceribandina vê çekan di heremên şere de, piranî zarok dibin qûrban;
22 welatên  endam ya Ewropayê endamên Sazûmaniya CCM, sazûmaniya qedexekirina bombên mîsketê ne;
Endamên CCM’yê ji xwe re ceribandina van çekan qedexe dikin, bombên mîsketê çe nakin û nastînin û nadin hezên din;
CCM rêyên têkoşîne ji bo standartên mirovatiyê dipejirîne û hewl dide ku qûrbanên bombên mîsketê re alikarî were amadekirin;
Li gor agahdariyên CCM‘yê bombên mîsketê di di salên dawiyê de li Kamboçyayê, Taylanê û Lîbyayê li hember gelê sîvîl hatine ceribandinê;
Bang li Konseya YE’yê dike ku di civata çaremîn ya CCM’yê ji 14’ê Mijdarê heta 25’ê Mijdarê 2011’an tedbîran li hember welatên ku bombeyên mîsket d ceribandine, bigre;
Bang li hemû welatên endam ya YE‘yê dikin ku bibin endamê CCM’yê û peymana qedexekirina bombên mîsketê îmze bikin;
Pîrozbahiya xwe ji bo 15 welatên endamên ku ev peyman îmze kirine û hemû bombên mîsketê tune kirine, dide diyarkirin;
Bang li endamên YE’yê dike ku bi kurahî li ser gavêb hiqûqî rawestin û hewl bidin ku di welatên xwe de şertên qedexekirinê bi cîh bin;
Bang li hemû welatên ku ne endamê CCM ne dikke ku, krîterên mirovahiyê bînîn cîh û hewl bidin ku bombên mîsketê ji aliyê welatên din nayên ceribandin;
Bang dike ku bi bandor û tedbîran, çekirin û belavkirin û firotina bombeyên mîsketê were sekinandin;
Bang li konsey û komîsyonê dike ku têkoşîn li hember ceribandina bombên mîsketê bike perçeyêkî polîtîka xwe ya derwayî û hewl bide ku welatên xwediyê bombên mîsketê van çekan tune bikin;
Bang li konsey û komîsyonê dike ku gavan bavejin ku welatên din bombên mîsketê nefroşin û nedin welatên din;
Berpirsiyarî dide ser Serokê YE‘yê ku qedexekirina bombeyên mîsketê bi bandora xwe bike parçeyêkî polîtîka ewlekariyê ya YE’yê;
Bang li konsey û komîsyonê dike ku ditîn û bîryar û daxwazên Parlamena Ewropayê li gel Wezîrên Derwayî yên Welatên ku bi YE’yê re di nav têkiliyan de nin, belav bikin.
INCLUDEPICTURE „https://freemailng5307.web.de/img/struct/functional/arrow_title_doc.gif“ * MERGEFORMATINET