
Paşî Serokê Komîsyona Yasayî Şêrwan Heyderî beyanameya PKê xwend ku tê de tevî teqezîkirin li ser têkiliyên dostanî û mêjûyî yên di navbera herêma Kurdistan û Îranê de, topbaranên Îranê hatin şermezarkirin.
Beyanameye bi piraniya dengên parlamenteran hate pesendkirin.
Beyanameya PKê ji 12 xalan pêk tê:
- Em bi dijwarî topbaranên Îranê yên bo ser navçeynê sinorî yên herêma Kurdistanê şermezar dikin.
- Pêwîst e demildest Îran topbaranên xwe rabigire û pêbendê bingehên navdewletî û cîrantiyê bibe.
- Hikûmeta Iraqê bo rawestandina topbaranan hewlên xwe xurt bike. Em hewlên hikûmeta herêmê bilind dinirxînin û pêwîst e hikûmeta karê zêdetir bike.
- Parastina sinoran siyadî (serwerî) ye û hikûmeta Iraqê berpirs e ji parastina sinoran û divê hikûmeta Iraqê pêbendê qerebûkirina xelkê ser sinorê herêmê be.
- Em daxwaz ji rêxistên ser bi Neteweyên Yekgirtî dikin ku kar bo rawestandina topbaranên Îranê bikin.
- Em daxwaz ji rêxistinên mafên mirov yên navdewletî dikin ku serdana navçeyên sinorî bikin û rûdanan û zerer û ziyanên heyî wek xwe tomar bikin û bo hemû cîhanê rabigihînin.
- Parlamento dê wezaretên têkildar yên hikûmeta herêmê wezîfedar bike ku xizmetguzariyên pêwîst bo koçberan dabîn bikin.
- Parlamento dê daxwaz ji endamên xwe bike ku serdana navçeyên sinorî bikin û çavdêriya rewşa wir bikin.
- Pêwîst e rêz li serweriya axa Herêma Kurdistana Iraqê bê girtin.
- Hemû arîşe dê bi diyalogê bên çareserkirin û baştirîn rê jî ew e.
- Di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de hin berjewendiyên aborî û bazirganiyê hene lewra ew topbaran ziyanê digihînin herdu aliyan.
HEWLÊR
Şîrketên Îranê dê bên girtin
Jêderekî ji rêveberiya giştî ya asayişa Herêma Kurdistanê, diyar kir, hinek şîrketên Îranî, yên bêdestûr li herêmê kar dikin, dê bên girtin. Midûrê asayişa giştî ya Herêma Kurdistanê Îsmet Ergoşî, diyar kir, hinek şîrketên Îranî yên bêdestûr li Kurdistanê kar dikin, dê bên girtin. Ergoşî, got, bo wan şîrketan, 48 demjimêr molet hatiye dayîn. Midûrê asayişê, da zanîn, hinek şîrket jî, tenê navên wan hene û tu karekî nakin, ji ber wê, ew jî hatine agahdarkirin ku bên girtin. Îsmet Ergoşî, di bersiva vê pirsê de ku gelo ev pêngav bo ragirtina topbaranê ji aliyê Îranê ve ye? de got, ev mijar, qet bi topbaranên Îranê ve eleqedar nîne, ji ber ku, li hemû welatên cîhanê jî, şîrket divê li gorî hinek yasa kar bikin. Berpirsekî pilebilind ê balyozxaneya Îranê li Iraqê, diyar kiribû, asayişa Hewlêrê, ji hinek şîrketên Îranî re gotiye, divê di 48 demjimêran de, şîrketên xwe bigirin. Jêderê han, sedema vê yekê jî, xistina fişarê li ser Îranê bo ragirtina topbarana deverên sînorî dabû zanîn.
AKnews