Ji ber krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê, ji havînê ve parlemana Herêma Kurdistanê betal maye, bi ser de jî ev e demeke bi astengkirina parlemanterên Tevgera Gorranê sîstema parlemanî bi tevahî derbeke mezin xwariye. Ji bo çareseriya pirsgirêkê bi mehan civînan dewam kir. Niha ev hevdîtin bi beşdariya PDK û YNK´ê dewam dikin, lê belê ji bo çareseriya krîzê hîna bi encam nebûne. Ev rewşa de facto ya betalkirina sîstema parlemanî, ji ber texayulên siyasî yên gelekî ji hev cihê yên PDK'ê û komên din ên mayî ye. PDK dixwaze sîstemeke serokatiyê bide qebûlkirin yan jî ferzkirin. Herçî partiyên mayî ne, alîgirê sîstemeke parlemanî ya xurt in. Derbarê krîza siyasî ya heyî, dewra parlemanê, dewra aktorên siyasî de, hevalê me Yeko Ardil bi serokê parlemana Herêma Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed Sadiq re peyivî. Sadiq, bê teredut xwe weke serokê parlemanê dibîne, û bi vî sifetî bersiva pirsan dide.


Hûn dikarin behsa pergala Başûrê Kurdistanê bikin? Mirov çawa dikare sîstema li herêmê pênase bike, pirsgirêka sereke çi ye? 

Li herêmê bi awayekî  giştî du alî hene. Yek ji wan ji dil daxwaza pergaleke demokratîk û parlamenter dike; divê  babeta saman û budçeyê zelal û eşkere bin. Aliyê din naxweze pergaleke demokratîk li Başûr bi cih bibe, yasa serwer bibe, pêvajoya demokrasiyê bi awayê asayî bi rê ve biçe. Wek nimûne; serokatiya birêz Barzanî ji sala 2003'yan ve ye, dema wê qediya. Piştî ku du serdem tewa bûbûn, gereke gotiba bi xatirê we!… Sala 2011'an, du salan hate dirêjkirin, lê careke din dev jê berneda. Ev alî naxwaze kontrola parlemanê li ser serokê herêmê hebe, naxwaze parleman bi rola xwe ya çavdêriyê li ser hikûmetê rabe, li dij e ku wezîr li parlamenê bên lêpirsînkirin. Dixwazin heta bi têkiliyên derve jî di destê komeke diyarkirî de bimîne. Niha herêm warekî milmilanî û têkoşîna di navbera van herdu baskan de ye. Gava em dinihêrin, ev aliyê ku serdestiyê li ser parlemanê dixwaze di nav civakê de aliyê kêmanî temsîl dike, aliyê zor û zêde daxwaza demokrasiyê û qanûnan dike. Hem li parlemanê û hem jî di nav civakê de wiha ye. Mixabin vî aliyê kêm 12'ê Cotmehê, dest danî ser parlemanê û rêya çûna Hewlêrê li ber me girt. 


Nexwe mirov dikare wek demokrasiyeke remzî bi nav bike, ne wisa? 

Mixabin. Demokrasiyeke rasteqîn ji me re pêwist e. Bi rutûşan demokrasî nabe. Yan rêya demokrasiyê yan jî divê KDP dîktatoriyê ragihîne.

Ez wek serokê parlemanê neçar im li gorî yasayan tevbigerim. Roja 12'ê Tebaxa 2015'an serdema serokatiya birêz Barzanî qediyaye. Li gorî yasayê piştî wê demê ji bo yek rojê jî serokatiya Barzanî ne rewa û meşrû ye. Ez dîsa wek serokê parlemanê bi eşkereyî dibêjim, niha li herêma Kurdistanê, serokekî herêmê nîne û me valahî di babeta serokatiyê de heye. 


Rê ango rêbaza çareseriyê çi ye?

Rêya çareseriyê pir hêsan e. Em dikarin yasaya serokatiyê biguherin û ji nav parlamenê serokekî hilbijêrin. Barzanî carekê di parlamenê de ji bo 4 salan hate hilbijartin, carekê jî referandûm çêbû ji bo 4 salan hate dirêjkirin serokatiya wî, carekî jî ji aliyê parlamenê ve hat dirêjkirin. Ev tev de parlamenê kir. Niha em nikarin referandûmê bikin, lê li parlamento bi hêsanî dikarin çareser bikin. Eger nebe dîsa em dikarin guherandina yasaya serokatiyê ji gel bipirsin, lê li gorî van opsiyonan hîç nabe kesek li ser postê serokatiyê bimîne û îdîa bike ku ew serokê herêmê ye. 


Eger aliyê hûn behsê dikin dîsa   qebûl neke?

Rewş pir xerab e û wê xerabtir jî bibe. Meşrûiyeta pergalê nemaye, niha serokatiya herêmê ne meşrû ye. Parleman, heta hikûmet jî têkçûyî ne. Di 5 mehên dawî de hikûmetê tenê yek kombûn pêk aniye. Bi awayekî fiîlî ketiye. Sazî û dezgehên herêmê gişt di heman rewşê de ne. Pêwist e di demek zûtir de ev pirs bên pêşiya parlemanê; babeta serokê herêmê çareser bibe, hikûmeteke berpirsyar li ser kar be û parleman jî karê xwe yê çavdêriya li ser hikûmetê bike. 


Aliyên Ewropî yên we serdana wan kirî, çi dibêjin?

Ew dixwazin herêma Kurdistanê bi sîstemeke demokratîk di çarçoveya Iraqê de bimîne. Lê îro kesayetiyek bi zorê li ser kar dimîne û sazî û dezgeheke wek parlemana Kurdistanê desteser dike. 

Em nikarin bi rêkûpêk karê xwe yên yasayî bikin û encamê jê bigirin. Çavdêriya li ser hikûmetê û lêpirsîna wezîran jî karê parlemanê ye, lê em nikarin vî karî bikin. Niha parleman nikare kom bibe, ji ber ku paytext Hewlêr ji aliyê PDK'ê ve hatiye dagirkirin. Niha parleman rastî cuntayekê hatiye.

 

Gava nehiştin cenabê te bikeve Hewlêrê, Seleheddîn Demîrtaş hat bîra mirovan ku bi heman awayî nehiştin biçe Cizîrê. Lê Demîrtaş ji Amedê heta Cizîrê meşiya û çemberên dewleta dagirker têkbirin. We çima rêbazeke wisa bi kar neanî?

Selahettîn Demîrtaş ji bo min babeta şanazî û serbilindiyê ye. Wî serketî serokatiya HDP'ê ya di hilbijartin û têkoşîna aştî û demokrasiyê de kir. Merc û barûdoxên Başûr û Tirkiyeyê ne wek hev in. Di gelek mijaran de ji Tirkiyeyê pirr xerabtir e. Eger min jî hewla çûyîna Hewlêrê bi heman şêweyî dabûya. Hêzeke mezin a çekdarî ku ji komkujiyê re amade bû, li pêş me danîbûn. Wê şerekî mezin rûbida ku ev dê vegeriya şerekî navxweyî di nav Kurdan de. Li Tirkiyeyê dewletek heye ku li hember yasayên derve û hundir berpirsyar e. Li ba me komeleyeke hizbî heye ku xwe ji ti tiştî berpirsyar nabîne. Em xwe berpirsyar dibînin ku şerekî navxweyî li Başûr pêk neyê. Bawer im li dewsa min birêz Demîrtaş jî bûya ji bo rê li ber şerekî navxweyî bigire wê heman biryar bidaya.


Li ser mijara hebûna leşkerên dewletên dagirker li Başûrê Kurdistanê, niha leşkerên Tirk li Mûsilê ne û  Iraqê nerazîbûneke tund nîşan da. Lê belê, ev çi peywendî ye di navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de?

Helbet hatina her hêzeke biyanî ya ji bo ser axa Kurdistanê pêdivî bi biryara parlemanê heye. Birêz Barzanî karekî ne yasayî kiriye. Di yasaya serokatiya herêmê de jî heye ku ji bo hatina hêzên derve biryara parlemana Kurdistanê divêt. Xerabiya herî mezin ev e ku herêma Kurdistanê bibe erda cenga hêzên navdewletî û yên herêmî. Pêwistiya me hîç bi hêzeke biyanî nîne li Kurdistanê. Me hêzên pêşmerge, şervan û gerîla hene. Ew dikarin bi hêsanî Kurdistanê biparêzin. Çi li Başûr û çi li Rojava be. Hatina hêzên Tirk yên vê demê û ya berê jî ne meşrû ye. 


Bûyera qirkirina Êzîdiyan li Şingalê girîng e; vekişîna pêşmerge û neparastina herêmê bû sedem ku bi hezaran Kurdên Êzîdî werin qetilkirin û dîl bikevin destê DAIŞ'ê. Wezaret jî di destê Goranê de bû. Wek parleman we çi helwêst nîşan da?

Lijneyeke lêkolînê ya derbarê şikestina Şingalê de hate duristkirin. 

Cara yekê me ji devê rayedarekî Başûr bilêvkirin û pîrozkirina tevahiya hêzên Kurd ku PKK, gerîla, YPG û YPJ jî di nav de ne, bihîst. 

Divê hemû hêz û herkes rastiya qehremanên Kurdistanê bêdudilî û serbilindî bîne ziman. Em rêzê ji hemû xebatên gelê Kurd yên li Bakur re digirin. Serketina HDP'ê serberziya me ye. Divê dewleta Tirk demildest dest bi pêvajoya aştiyê bike û vê fersenda dîrokî baş binirxîne. Bi heman rengî Kobanê rûpelekî dîrokî, paqij û qehremanî ji Kurdan re vekir. Ev bi serketina Şingalê re gihişt asteke bilindtir. Divê ev barûdox baş bê dîtin, rastiya şoreşa Kurdên Bakur, PKK û HDP, li Rojava PYD, YPG û YPJ'ê baş dîtin. Ev siyaset û qehremaniya heyî bi Kurdan nade wendakirin, Kurd li her çar aliyan bi ser dikevin.


Tevgera Goran tê gunehbarkirin bi sotina baregehan û li dijî îlana serxwebûna başûrê Kurdistanê jî weke asteng tê nîşandan?

Ez wekî serokê parlemana Kurdistanê dipeyivim. Babeta dewletê ya li cem min zelalbûyî ev e ku dewlet nayê îlankirin, dewlet bi avakirina bingeheke xurt ya pêwîst tê duristkirin. Ango divê hikûmeteke te ya bi sazî û dezgeh hebe, parlamentoyeke çalak û bibandor hebe, şefafiyeta li ser dahatê û mesrefan hebe, bertîlxwurî, gendelî ji holê rabe û dadgeh serbixwe bin. Divê welatî di nav asayîşeke baş de bin, welatî bi rêzdarî bên pêşwazîkirin û miamele li gel wan hebe, rewşeke aborî ya baş hebe. Wekî din jî li herêma me gelek cureyên dewletan hene, awayên siltanî, mînakên Qetar, Suudî û yên wekî wan ku binemale li ser hikum in, nimûneyên dînî yên wek yên li Îranê hene. Ya tu dixwazî çi ye? Eger Kurd bixwazin dewleteke serbixwe dirust bikin gelek girîng e ku nimûneyeke cihê bi hikûmeteke serbixwe û li ser esasên demokrasiyê durist bikin. Ji ber ku di demokrasiyê de mirov bi xwe jî pirr bi hêz e. Mafên mirov û aboriyeke bihêz divê. Hêzeke req û hişk ku divê em bizanin çiqas jî em hi hêz bin, wek Tirkiye û Îranê bi hêz nabin. Ji bo parastina welat çi hatiye kirin. Li herêma Kurdistanê bi tenê hêzeke siyasî nîne. Li Başûr gelek hêz hene, çend ji wan di parlemanê de xwedî gotin in. 


Îdiaya êrîşên Tevgera Gorran yên li dijî baregehan çiqas rast in?

Ez ne li ser navê Tevgera Goran, lê wek serokê parlamenê qise dikim. Di 8'ê Cotmehê de ji ber nerazîbûnên gel ku çar meh mûçe negirtibûn hin bûyer qewimîn. Heman roj min daxuyaniyekê belav kir û daxwaz ji welatiyan kir ku xwepêşandan mafekî sirûştî ye, lê divê şidetê bi kar neyînin. Her wisa min bang li dezgehên hikumetê jî kir ku hem xwe biparêzin û hem jî hebûn û mafên gel jî li ber çav bigirin. Lê ev nerazîbûn heta li ser baregeh û dezgehên hind aliyên siyasî ku KDP jî di nav de bû, berdewam kir. Min bi taybetî jî ji gel tika kir ku xesarê nedin mal û milkê hikûmetê ji ber ku ew hebûnên gel yên giştî ne jî. Her wisa girseya nerazî bi ser sazî û dezgehan ve çûn, mixabin tenha li baregehên KDP'ê bi ser gel de gule reşandin û di encamê de 4 welatî hatin şehîdkirin. Girseya nerazî bi hêrsa ji ber şehadeta welatiyan hin xanî û baregehên partiyê sotin. Di heman rojê de me wek parlaman daxwaza lijneyeke lêkolînê kir ku van bûyeran ronî û zelal bikin. 


We daxuyaniya birêz Birêz Barzanî ya roja rizgarkirina Şingalê çawa nirxand?

Barzanî serokê partiyekê ye, bi şêweyê siyasî aliyê partiya xwe digire. Nûnertiya PDK'ê dike. Serokatiya wî ya herêmê bi dawî bûye. Ne tenê roja rizgarkirinê, ji roja dagirkirinê ve PKK, Gerîla, YPG/YPJ li wir bûn. Daxuyaniyeke bi giştî ya ku hemû aliyên beşdarî li rizgarkirina Şingalê kiribûn, şervanên Rojava, li gel pêşmergeyên Êzîdî yên li Şingalê, di serdema parastina Çiyayê Şingalê de, di rojên herî dijwar de rola wan mezin bû. Ew hêz bûn ku xelkî Şingal piştî şikestina Şingalê li wir parastin. Gel ji qetlîam û jenosîdan rizgar kirin. Ev divê bibe haveynê xebateke niştimanî û neteweyî ya ji bo hemû parçeyên Kurdistanê jî. 


Rewş ango îdareya Şingalê wê çawa be?

Şingal beşek li ser Iraqê ye. Divê Şingalî bi xwe biryarê bidin. Çi dixwazin, otonomî, bi Iraqê ve, bi Kurdistanê ve, Şingalî bê ku bi ti partiyê ve girêdayî bin, biryara qedera xwe serbixwe bidin. 


Li ser Rojava çi nêrîn û peyamên te hene?

Di jiyana min de serketina herî serbilindî serkeftina Rojava ye, serkeftina YPG û YPJ'ê payebilindiyeke ji bo tevahiya gelê Kurdistanê. Jinên YPJ'ê bi wê qehremaniyê, serê hemû Kurdan li pêş cîhanê bilind û berz kirin. Di jiyana min de kêliya ku hîç ji bîr nakim, ew bû ku me biryara şandina hêzên pêşmerge ji bo Rojava û Kobanê li parlemanê derxist. Eger em Kurd bi siyaseteke ronak û hevgirtî bikarin bimeşin, ev tevde derfetên pirr girîng in. Niha têkoşîna Bakurê Kurdistanê di asteke gelekî pêşketî de ye. Hebûna HDP'ê ya li meclîsê mewziyeke ne hindik e, pirr girîng e. Ji bo Tirkiyeyê jî ev derfeteke muhim e, niha aliyek wek muxetabê aştiyê di meclîsê de ye. Hêvîdar im ku Tirk vê derfetê baş bi kar bînin. 


Ji bo me şerm e

Li ser mijara zext û zora li dijî jinê, qanûnçêkeriya li ser heman miijarê û rewşa giştî ya jinê Dr. Yûsif Mihemed Sadiq peyva “ji bo me şerm e” bi kartîne û fikra xwe wiha îfade dike:

“Li başûr rewşa jinê jî pirr xerab e. Di yasayan de rêya pirrjinanînê vekiriye û kuştina jinan di asteke bilind de ye. Gelo we ev mijar jî gotûbêj kir?

Bi rastî ji bo me gelek şerm e. Min berê jî gotibû niha jî bi riya we îlan dikim ku ev di serdema îro de ciyê daxê ye. Li parlamenê tîmeke jinan ku tenha jinan tê de kar dikir hebû û li ser van mijar û bûyeran dixebitî. Yasaya pirrjinanînê ya te behsê kir, beriya me derketibû, niha ew yasa nîne. Yên dixwazin wisa bizewicin diçin herêma li jêr deshilata Iraqê. Me pêşniyaz kir, eger mêr ji deverên din jî jina duyê bîne û zewaca fermî bike, em rê nedin û qanûnî qebûl nekin. 

Van bûyeran rê girt li ber xebatên parlamenê. Li ser babeta şefafkirina dahatê, babeta dabeşkirina desthilatê heta bi pirsgirêkên jinan jî ku mixabin hinek partiyên ji xwe re dibêjin muhafazekar bûn asteng.”



Sedema serdana Ewrûpa

Ev serdana me ji mêj we wek rêze-serdaneke welatên derve hatibû plankirin. Armancên me yên sereke ev in: Ev êrîşên terorîstên DAÎŞ'ê yên bi ser Başûr û Rojava, ji bo alîkarî û vedîtina rê û rêbazên cihê yên li dijî tevgera terorîstan, hejmara zêde ya koçber û penaberên ku ji ber êrîşên terorîstan hatine li herêmê bi cih bûne. Avakirina navçeyên ji destê terorîstan hatîn rizgarkirin ku Celawla, Kobanê û Şingal jî di nav de ne. Dîsa penaberên ku ji ber heman sedemê neçar mane xwe li welatên Ewropa bigirin. Rola hêzên navdewletî ya di li ser herêmê û rola Kurdan a li ser siberoja meseleya Kurdan a li Rojhelata Navîn, helbet doxî başûrê Kurdistanê ku bi demokrasiyê re peywendîdar e, rêgirtina li ber pêvajoya demokrasiya li Kurdistanê, her wisa ji bo avadankirina sazî û dezgehên herêma Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de daxwaz û xwestekên me ji dostan û aliyên peywendîdar çêbûn.

Armanceke sereke ya serdena me jî ev e ku bi revenda Kurd ya li derve ve bên cem hev. Me bi serdana KNK'ê dest pê kir. Li her welatî me hevpeyvîn kirin li gel revendî Kurd, li vir li Berlînê jî me kombûneke wiha serketî çêkir. 



Dr. Yûsif Mihemed Sadiq kî ye?

Sala 1978'an li bajarê Helebce li navçeya Xurmal hate dinê. Zaroktiya xwe li Îranê bihurand. Piştre vegeriya Başûrê Kurdistanê. Li Başûr koleja yasa û ramyariyê qedand. Li ser siyaseta navdewletî master û li ser felseya siyasetê doktora xwe çêkir. Sala 2007'an beşdarî xebata rêxistineke sivîl a bi navê Tevgera Hetekey a ji bo başkirina rewşa Başûrê Kurdistanê bû. 2010 û 2011'an wek endamekî damezirîner tevlî nav refên Tevgera Goran bû. 2013'an wek serokê lîsteya Tevgera Goran hat hilbijartin û çû li parlemanê Herêma Kurdistanê. Lîsteya Tevgera Goran wek partiya duyê ket parlemana Kurdistanê. Dr. Sadiq 29'ê Nîsana 2014'an jî ji bo serokatiya parlamena Kurdistanê hate hilbijartin.



YEKO ARDIL/BERLÎN