
ŞAHİN BOZLAR/MAINZ
Pêşangeha bi navê JÎN a Hatince Ogur a li Zanîngeha Mainzê beşa Ragihandin û Sêwirandinê xwend pêr êvarê li parlemana eyaleta Rheinland-Pfalzê a li paytext Mainzê deriyê xwe li xelkê vekirin.
Li qata diduyan a avahiyê ku qata SPD´yê pêşangeh vebû û parlemanterê SPD´ê Manfred Geis jî buroya xwe jî li pêşangehê vekir.
Hem kesên elaqedarî hunerê û hem jî hawîrdorên siyasetê di vekirina pêşangehê de amade bûn. Pêşangeh di çarçoveya ”3 x klingeln” de li dar e. Parlemanterê eyaleta Rheinland-Pfalzê yê ji SPD´ê Manfred Geis axaftina destpêkê kir û got, nexasim jî di van wêneyên mijara wan siyasî de fokusa li ser têkoşîna azadiya jinê, dike ku pêşangeh xwedî xisleteke cihê be. Parlemanter Geis diyariyek jî da Hatice Ogur û ew pîroz kir.
Portreyên serketî
Kesê ku pêşniyaz kir pêşangeh li parlemanê jî vebe, ji Dibistana Bilind a Mainzê Prof. Stefan Enders e. Ew jî di vekirina pêşangehê de peyivî û got, dema Ogur wêne girtine, fokusa wê têkoşîna rizgariyê ya jinên Kurd e, ew dike ku em êş û bexteweriyên vê têkoşînê bi hev re bibînin. Prof. Enders ev yek şiband îfadeya di resma Mona Lisa de.
Şervanên jin ên Kurd
Çîrokên di wêneyan de ên ferdên ji malabat Ogur bi xwe ne, Enders ev rewş û weke jineke ciwan a Kurd li Elmanyayê entegrebûna wê tevî parastina çanda wê girîng nirxnad. Enders wekî din girîngî bi wê yekê da ku Ogur bi xwe çûye li Iraqê şervanên jin ên Kurd ên şerê DAIŞ´ê dikin, û ev yek jî projeya wê xurttir dike.
Pêşangeha ku parlemanter Manfred Geis mêvandarê wê ye wê heta 12 Îlonê saat ji 9.00´an heta 18.00´an li parlemana eyaleta Rheinland-Pfalzê li serdana xelkê vekirî be.