Beriya çalakiyê pankarta "Ne Şer muzakere, ne tecrîd, azadî" hate daliqandin. Disa parlementerên BDP'ê û eniyê dê berdilkên li ser "Çareserî di diyalogê de ye" û "Çareserî di muzakereyê de ye" hatiye nivîsandin li xwe kirin. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, parlementera Amedê Leyla Zana, Parlementerên BDP'ê Sirri Sakik Nazmî Gur ji ber gera xwe ya Herêma Federal a Kurdistanê de îro tev li çalakiyê bibin. Parlementerên BDP'ê û Eniya Ked Demokrasî û Azadiye beriya çalakiyê li Navenda Giştî ya BDP'ê daxuyanî da. Li ser navê parlementeran Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak daxuyanî da. Kişanak, polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên ji bo çareseriyê rexne kir û anî ziman ku hikûmeta AKP'ê hemû kesên ji bo demokrasî û aştiyê têdikoşe ji bo xwe talûke dibîne.
Kişanak, destnîşan kir ku hikûmeta hesabê komkujiya li Roboskiyê û kuştinên din nedaye li pêşberî wan e û wiha got: "Tecrîda li ser Brêz Abdullah Ocalan pêvajoyê aloz dike û pirsgirêkê girantir dike. Brêz Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de rolê sereke dilîze. Divê hikûmet vê roj û mîsyona wî bibîne. Lê li gel vê yekê 7 mehin li ser Ocalan tecrîda giran tê meşandin. Ev pêvajoyê û çareseriyê dixetimîne." Kişanak, bagn li hikûmetê kir û xwest vîna milyonan li ber çavan bigre û daxwazên milyonan gelê Kurd paşguh neke. Kişanak, ji hikûmetê xwest ku guh bide dengê parlementer, siyasetmedar û gitiyên ku ji bo aştî, demokrasî û çareseriyê bedena xwe dane ber agir û wiha got: "Ji bo çareseriyê divê bi lezgîn diyalog û muzakereyê dest pê bikin. Divê meclîsa Tirkiyeyê li hemberî pirsgirêka Kurd rolê xwe yê dîrokî bilîzin. Divê meclîs li hemberi vê pirsgrêkê bêdeng nemîne.
DÎHA/ENQERE