Ji bo nerazîbûna ji hilweşandina taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên li Sûrê nîşan bidin, parlementerên HDP’ê û gel dest bi çalakiya rûniştinê kir li Sûrê.  Bi destê sibehê re gelek polîsên dewleta Tirk a dagirker çûn taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên navçeya Amedê Sûrê û dora li wan avahiyan girtin ku dewleta dagirker biryara hilweşandina wan daye. Gel ji bo astengkirina vê hilneweşandina bi destê dagikeriyê li ber xwe dide û li ser banga Platforma li dijî Hilweşandina Sûrê gelek kes çûn van taxan.

Parlementerên HDP’ê Sîbel Yîgîtalp, Ziya Pîr û Îmam Taşçier jî tevî endamên Platforma Sûrê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Parlementeran li Meydana Çêlekan dest bi çalakiya rûniştinê kir. Polîsan nehişt xebatkarên çapemeniyê û gel têkevin cihê çalakiyê. Hilweşandina hin avahiyên li van taxan jî hîna dewan dike.

Ji ber qutkirina avê, xelkê av ji dêr û mizgeftan dikişand û piştî ku ava deêr û mizgeftan jî hate qutkirin, xelkê bi metereyan dest bi kişandina avê kir. Polîsên dewleta dagirker destûrê nadin ku gel bikeve malên xwe û xelk li ber bendan sekiniye.

Dema nûçeya me dihat amadekirin jî parlementerên HDP’ê li ber xaniyên ku wê werin hilweşandin çalakiya rûniştinê didomand. 


 ANF/AMED