Parlementerên herêma Baskê çûn serdana Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş ê ku di çarçoveya doza KCK’ê de hatibû girtin, paşê ji ber nexweşiya xwe bi awayeke serbest tê darizandin, her wiha derketina derveyê welat lê hatiye qedexekirin.
Demîrtaş ji ber serdan û eleqeya wan malavahiya parlementerên Baskî kir û pirtûkek Kurdî ya ji aliyê Şaredariya Sûrê ve hatiye weşandin û hin tablo diyarî parlementerên herêmê Inâki Aldekoa û Jon Înarritu jî kir.
Beriya niha rêxistina Kurdan a mafê mirovan Kurdocide Wathc-CHAK bi hevkariya Komeleya li Dijî Qirkirinê ya Frankfurtê û Komîteya Piştgiriya ji bo Demîrbaş, rewş û nexweşiya Demîrbaş biribûn Parlementoya Xweser a Baskê. Parlementoya Baskê jî ji bo Demîrbaş were berdan bang li rayedarên Tirk kiribû û her wiha ji Wezareta Karên Derve ya Spanyayê jî xwestibû ku zextê li Tirkiyeyê bikin.

Piştî serdana Şaredar Demîrbaş, wê parlementerên Baskî biçin serdana BDP’ya Bajêr, Deya-Der û ÎHD’ê.

ANF/AMED