Çalakgerên Kurd roja sêşem di demjimêrên danê sibê de li ber avahiya Parlementoya Ewropayê çalakiyek li dar xistin. Îro jî Kurdan li ber Parlementoyê çalakî li dar xistin. Çalakger dixwazin daxwazên wan bên bihîstin û zextan li Tirkiyeyê bikin. Ji Parlementoya Ewropayê alîkarê Serokê PE Alexander Alvaro, ji Partiya Çegir a Almanyayê Parlementera PE’yê Conelia Enst, ji Partiya Çepgir a Denmarkê Sonder Gart Soren û Serokê Koma Çepgiran Lothar Bisky piştgirî dan çalakgeran.
Alvaro, diyar kir ku ew ê ji Konseya Ewropayê re name bişîne û ji bo ragihandina daxwazên çalakgeran dê hewl bidin. Alexander Alvaro dosyayek der barê tendurîstî û daxwazên çalakgeran de xwest. Çalakgeran jî ragihandin ku ji 27’ê tîrmehê ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tuneye.
Her wiha, ji Partiya Keskan a Îngilîz Jean Lambert, ji Yekitiya Bijîşkan Ander Clavert û Gremain Mignot û parlementerên Partiya Çepgir li Dêra St. Maurice serdana çalakgeran kirin.
Ji kesên hatine serdanê Endamê Koma Çepgir Gabby Zimmer jî hebû. Zimmer ragihand ku ew bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin ji nêz ve dişopînin û bal kişand ser rewşa rojnameva, parêzer, siyasetmendar û hilbijartiyên Kurd ên hatine girtin.
Ji çalakgeran nivîskar Fûat Kav jî diyar kir ku li Efrîkaya Başûr rola Nelson Mandela libe, ji pirsgirêka Kurd jî rola Ocalan ew e. Kav der darê daxwazên çalakiyê de agahî da û bi kanal France 3 re jî hevdîtin pêkanî.
Her wiha, Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal û Serokê PJAK’ê Hacî Ehmedî hatin serdana çalakgeran.
ANF/STRASBURG