BIRYAR MIHEMED
ROJNEWS/HEWLÊR
Serokê Koma Azadî (Hizba Şûî) li parlementoya Herêma Kurdistanê Ebû Karwan anî zimên ku Desteya Serokatiya Parlementoya Herêma Kurdistanê naxwaze rûniştineke taybet li ser dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Kurdistanê çêbike. Her wiha Ebû Karwan diyar kir tevî ku wan îmze kom kirine jî parlemento kom nabe.
Parlemento xwe li kerritiyê datîne
Heya niha tevî ku gelek welatiyên sivîl ji ber bomberbaran û êrîşên Tirkiye yên li ser xaka Başûr jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti helwêsteke xwe ya fermî nîşan nedaye û bersiva daxwazên welatiyan û îmzeyên ku hatine kom kirin jî nedaye.
Girîngiyê bi vê pirsgirêkê nade
Derbarê vê yekê de Serokê Koma Azadî (Hizba Şûî) li parlementoya Herêma Kurdistanê Ebû Karwan anî zimên ku wan zêdeyî 10 parlementeran îmze kom kirine ji bo parlemento bi rojeveke taybet a derbarê pirgirêka dagirkeriyê li Başûr de kom bibe û got: “Lê mixabin heya niha Desteya Serokatiya Parlementoyê bersiva vê daxwaza me nedaye û girîngî bi vê pirsgirêkê jî nade ku rojane liv û tevgera artêşa Tirk li herêmê heye.”
Ebû Karwan di dawiya axaftina xwede jî got ev ne cara yekê ye ku desteya serokatiya parlementoyê girîngî bi daxwaznameya parlementeran nade û got ku berê jî gelek caran gelek pirsgirêkên girîng hebûye desteya serokatiya parlementoyê girîngî pê nedaye.