Li Wanê, di dema dawî de hejmara mirovên li nava kolanan destê xwe li parsê vedikin, zêde bûye. Zext û zordariya parskirinê bi taybetî li jin û zarokan tê kirin. Ev yek dibe sedema nerazîbûnan.
Bi mehên havînê re hema bibêjin li hemû kolanên Wanê mirov li kesên ku destê xwe vedikin û parsê dikin rast tê. Biyaniyên ji Îran, Sûrî, Iraq, Efxanistan û bi sedan mirovên ji bajarên cuda hatine, li Wanê parsekiyê dikin. Parsek ji bo pereyan ji welatiyan bistînin, bi taybetî jin û zarokan bi kar tînin. Hejmara jin û zarokên bi vê armancê tên bikaranîn, roj bi roj zêde dibe. Ev yek jî dibe sedema nerazîbûnan.
Mêr, danê sibehê bi wesayitan jin û zarokên ku parsekiyê li ser wan ferz dikin, datînin hin cihên diyarkirî. Ev jin û zarok heta êvarê parsê dikin û danê êvarê jî ji aliyê van wesayitan ve tên rakirin. Welatî nerazîbûnê nîşan didin ku parsekî li jin û zarokan tê ferzkirin û dibêjin, rayedar li pêşberî vê rewşê bêdeng in.
Ev yek bûye sektorek
Welatiyê bi navê Ayhan Demîr nerazîbûn nîşanî vê rewşê da û got, “Li kêleka her rê û li her kolanê, mirov li jin û zarokên parsek rast tê. Hin jin bi dergûş in. Her wiha zarokên ji 5 heta 15 salî bi tena serê xwe li cihên ku trafîk lê gelekî zêde ye parsê dikin û dibin sedem ku qeza rûdin. Kesên ku parsekiyê bi van mirovan didin kirin, ev yek ji xwe re kirine sektorek.”
Welatiyê bi navê Ahmet Altûner jî dest nîşan kir ku çeteyek li Wanê heye ku parsekiyê li ser jin û zarokan ferz dike. Altûner got, ev çete dema welatî parsekan hişyar dikin, yekser derdikevin holê, gefê li welatiyan dixwin û wiha peyivî: “Ev çete ewqasî hov bûne, ku heta êvarê parsê bi jinên bi dergûş didin kirin. Hin kes bi parsekiya van mirovan pereyan qezenc dikin. Dewleta ku baş bi vê rewşê dizane, li pêşberî vê yekê bêdeng e.”
DÎHABER/WAN