Tevî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve Steinmeier ê di got, "Qedexeya li ser PKK'ê wê dewam bike, ji bo rakirina qedexeyê sedemên têrker nîne" jî hêzên çep û demokrat israra xwe ya ji bo rakirina qedexeyê dewam dikin. Platforma "Bundiss Gegen IMK" a ji 84 tevgerên çep ên Kurd, Elman û Tirkiyeyî, roja Şemiyê bi meşekê xwestibû qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.
Di mijara rakirina qedexeyê, bala her kesî çûye ser konferansa wezîrên karên derve yên 16 eyaletên Elmanyayê, ku wê di 11-12'ê Kanûnê de li Kolnê pêk were. Tê payîn ku mijara qedexeya li ser PKK'ê bê rojevê. Beriya konferansê, Partiya Çep a li mûxalefeta bingehîn, ji bo rakirina qedexeyê serî li Meclîsa Federal da.
Kurd pêşengdê demokratîkbûyînê ne
Koma Partiya Çep der barê mijarê de daxuyaniyek da, parçebûna Kurdistanê ji aliyê çar dewletan ve bibîr xist û bal kişand ser têkoşîna milîtanên PKK û şervanên YPG/YPJ'ê ya li Rojava û Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dimeşînin. Partiya Çep ev bang kir: "PKK, ji ber zext û qedexeyên Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdan derket holê. Tevgera Azadiyê ya Kurd îro bi rêveberiyên herêmî re, ji bo jiyanê têdikoşe. Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji bo parastina mafên jinan û hindikahiyan dixebite, li Rojhilata Navîn motora demokratîkbûyînê ye.
Hikûmeta Tirk jî bi PKK'ê re ji bo pêvajoya aştiyê muzakere dike. Rakirina qedexeya li ser PKK'ê wê were wateya zext li Enqereyê, ku ji bo rêveçûna pêvajoyê reformên rasteqîn bicih bîne. Ji ber van hemû sedeman Partiya Çep ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê serî li Meclîsa Federal da."
BERLÎN