Di rêzikname û bernameya BDP'ê ya nû pêk bê de dê biryarên girîng ên pêşeroja gel a demokratîk pêk bînin cih bigirin. Di bernameya partiyê de madeyên bingehîn ên "Pêşxistina hişmendiya modernîteya demokratîk a jiyana civakî" û "Pêşxistina Xweseriya Demokratîk a bi perspektîrfa netewa demokratîk" cih digirin.
Piştî kongreyê dê BDP dê rêbaza civakbûnê danî pêşiya xwe. Bi vê yêkê dewletê tenê weke koordînasyona kar û rolê dê bê dîtin û hêza rêxistinbûna civakê pêk bîne. BDP dê li herêman rêxistinbûna demokrasiyê bike û xebatên wê bimeşîne û pergala îdarî dê sparêje herêman. Di vê çarçoveyê de hemû cudahî dê xwe li herêman rêxistin bikin û rêxistina xwe ya îdarî pêkbînin. BDP piranî dê li Kurdistanê xebatan bimeşîne, li herêmên Deryaya Reş, Ege, Marmara, Deryaya Spî û Anatoluyaya Navîn jî xebatên tekînîkî bikin.
BDP dê xwedî polîtîkayekî hemû bawerî, nîjad û nasnemyên cuda yên li herêmê dijîn be. BDP dê xwedî polîtîkayên aboriyê yên hemû civakê pêk bîne be. BDP dê li Kurdistanê li hemberî pergala kapîtalîst dê qanalên aboriya demokratîk pêş bixe û xebatên wê bike. BDP dê weke hêza înşaya xweseriya demokratîk li Kurdistanê rêxistinbûna xwe bidomîne û hêza kadoriyên xwe piranî dê li Kurdistanê kom bike. BDP dê kadroiyên siyaseta demokratîk perwerde bike û bi hedefa veguherîna civakê ya hişmendî, çandî û civakî tev bigere. Li aliyekî dê bi kadoriyên nû rêxistinbûna siyaseta xweseriya demokratîk pêk bîne li aliyê din jî nirxên civakî yên bi xweseriya demokratîk afirandin bi civakê re biparêze.
DÎHA/AMED