Bêrîvan Aymaz a ji Partiya Keskan û Serokê Partiya Keskan a Kolnê Frank Jablowskî, li Kolnê ji bo piştgiriyê çûn serdana buroya hilbijartinê ya HDP’ê. Ji Partiya Keskan a NRW’ê Bêrîvan Aymaz û Serokê Partiya Keskan a Kolnê Frank Jablowskî bi hev re çûn serdana buroya HDP’ê. Li wir Aymaz diyar kir ku li Elmanyayê ev hilbijartin gelekî girîng  e û got, “Di vê hilbijartinê de partiya me piştgiriyê dide HDP’ê û li ser malpera me, ew ê daxuyaniyeke wisa were weşandin. Li ser malpera me ew ê ji bo azadiya Selahattîn Demîrtaş bangek werek kirin.” KOLN