PYD kongreya xwe ya asayî ya 8ʼan li Rimêlanê pêk tîne. PYD weke partiya lokomotîf a Şoreşa Rojava hat destnîşankirin û hevserokatiya partiyê got, ew xwediyê modela çareseriyê ya li Sûrî ne.
Kongreya 8’an a PYD’ê li Eywana Aram Tîgran a li Rimêlanê doh destpê kir.
Kongreya PYD’ê ya ku partiya lokomotîf a Şoreşa Rojava ye, bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir.
Kongreya bi şîara ‘Bi Yekîtiya Demokratîk Em ê Dagirkeriyê Têk Bibin, Rêveberiya Xweser Pêşbixin û Sûriyeya Demokratîk Ava Bikin’ tê lidarxistin. Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran delege, endam û hemwelatî tevlî kongreyê bûne. Di heman demê de nûnerên gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî jî, nûnerên Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk, TEV-DEM, nûnerên gelên Kurd, Ereb, Siryan, Asûr, Ermen, Tirkmen û Çeçen jî tevlî kongreyê bûne. PYD’ê kongreya xwe ya beriya vê di 27-28’ê Îlona 2017’an de li dar xistibû.
Divê em ruhê berxwedanê dewam bikin
Hevserokên PYD’ê Şahoz Hesen û Ayşe Hiso daxuyaniyeke hevpar dan.Hevserokan got: “Salên tijî berxwedan û têkoşîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbas bûn, gelê herêmê berxwedaneke dîrokî ji Efrîn heta Serêkaniyê û Girê Spî pêk anî û bi taybet di êrişên dawî de ku mîna komployeke navdewletî li dijî îradeya gelên herêmê bû. Gelên herêmê komplo têk bir û tevahî mirovahî li derdora wê kom bû.
Eger em karibin bi ruhê bexwedana Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî dewam bikin, em ê karibin rêxistina xwe xurt bikin, destkefiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Sûriyeyê hatine bidestxistin biparêzin û bingeha sîstema demokratîk ava bikin.
Çareserî modela Bakur û Rojhilatê Sûrî ye
Bîrdoziya ku vîna gelên azad, hêviya paşerojê û avakirina sîstemeke demokratîk li Sûriyê temsîl dike, modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Em baş dizanin ku ev tecrube bû hedefa gelek êrişan, bi taybetî jî bû hedefa dewleta Tirk. Her wiha rejîma li pêşiya guhertinan girtî, hişt ku alozî kûrtir bibe. Alî hemû bi rêya çareseriyên leşkerî hewl didin bigihên encamekê. Ji ber vê yekê çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê tenê bi tecrûbeya sîstema demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêkan e.”
Em her li aliyê yekîtiya neteweyî ne
Der barê yekkirina refa kurdî de jî, hevserokatiya PYD`ê got: “PYD`ê her tim banga yekitiya nîştimanî kir û beşdarî tevahî hewldanên di vî warî de yên li ser astê Kurdistanê û Rojava bû. Her wiha em bang li aliyan hemûyan dikin ku di vê mijarê de berpirsiyarên xwe pêk bînin.
Diyaloga bi Şamê re
Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di dawiya axaftina xwe de qala girîngiya diyaloga bi Şamê re kir û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û doza kurdî got: “Me amadebûna xwe ji çareseriya siyasî re ragihand, lê belê helwesta hêzên heyî li Şamê çareseriyê asteng dike. Hewlestên ku dibêjin divê rewş vegere wek beriya sala 2011`an, li pêşiya çareserkirina aloziyê û avakirina Sûriyeke azad, demokratîk û pirreng dibe asteng. Bêyî wê yekê û bêyî çareserkirina doza kurdî, aloziya Sûriyê çareser nabe. Kilîta çareserkirina aloziya Sûriyê, çareserkirina doza kurdî ye.”