Hilbijartina baskê jêrîn ê parlementoya ya Dûmayê temam bû û wê 450 parlementer pênç salan peywirên xwe bi cih bînin. Ev cara yekemîn e ku di dîroka Rûsyaya nûjen de 7 partiyên siyasî yên weke Partiya Rûsyaya Yekgirtî, Partiya Komunîst, Partiya Demokratên Lîberal, Rusyaya bi Edalet, Yabloko, Welatperwerên Rûsyayê û Partiya Doza Mafdar di pûsûleya hilbijartinê de cih digirin. Li gorî daneyên Desteya Hilbijartinê ya Navendî, 700’ê wan ji derveyê welêt, bi giştî 500 hezar çavdêrên hilbijartinê hebûn.
Li gorî encamên ne teqez Partiya Rûsyaya Yekgirtî piraniya dengan wergirtiye. Tê diyarkirin ku wê partiya Pûtîn ji 450 parlementeran, nêzî 315 parlementer bişîne parlementoyê.
Lê li gorî encamên ne teqez, partiya Pûtîn a ku tê payîn ji sedî 50’ê dengan werbigire, li gorî hilbijartina borî li rastî windahiyeke mezin hatiye. Partiya Pûtîn Partiya Yekgirtî piranîtiya Dûmayê winda kir û li hemberî wê Partiya Komunîst ji sedî 19.3’ê Dûmayê bi dest xist û bû partiya duwemîn.
Li gorî Komîsyona Hilbijatinê Partiya Komunîst ji sedî 19.3, Partiya Adil a Rûs ji sedî 13, partiya nijadperestên tundraw Partiya Demokratên Lîberal jî sedî 11.,8’êdengan bi dest xist. Partiya lîberal Yabloko jî nekarî benda ji sedî 7 derbas bike.
Li gorî daxuyaniya Partiya Komûnîst di malpera xwe ya înternetê de weşand, di hilbijartinê de hîle û bêqanûniyeke mezin hatiye kirin.
Encamên ne fermî yên hilbijartinê di 5’ê berfanbarê de, encamên fermî jî wê di 19’ê berfanbarê de bêne aşkerekirin.


  MOSKOW