Endamê Rêveberiya Komela Îslamî Yasîn Hesen li ser mijarê ji RojNewsê re axivî û diyar kir ku projeyeke wan a ku partiyên siyasî bibin yek, heye û wan di vê çarçoveyê de Komên Meclîsa Parêzgehan ava kirine.

Yasîn Hesen got, Komela Îslamî fikiriye ku ew ê bi hemû aliyan re bibin yek lê wisa nebûye û wiha peyivî: "Em û Yekgirtû 4-5 sal in bi wê re mijûl in ku bibin yek. Hewldan niha jî dewam dikin û tê hêvîkirin ku hevdîtinên bi kêrhatî û nûçeyên baş di vê derbarê de derkevin holê.”

Yasîn Hesen bi bîr xist ku li Meclîsa Walîtiya Silêmaniyê koma me ya bi navê Xizmet heye û wiha dewam kir: "Em ê hewl bidin ku her sê Komên di parlamentoya Iraq û Herêma Kurdistanê û her du Komên di parlamentoya Iraqê de xwe bikin yek. Yanî li Bexdayê êdî navê Komel û Yekgirtû namîne û dibin yek.” 


 SILÊMANÎ