Partiyên siyasî ên Başûrê Kurdistanê û Rojava komkujiya ku pêr li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li baxçeyê Navenda Çandê ya Amara pêkhat û di encama wê de 32 ciwan jiyana xwe ji dest dan û gellek jî brîndar bûn de, bi daxuyaniyan ew êrîş lanet kirin û bi lêv kirin ku bi êrîşên terorî nikarin berxwedana Rojava û gelên Tirkiyê rawestînin

Koma Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a di Parlamentoya Herêma Kurdistanê de di derbarê mijarê de pêr daxûyaniyekî nivîskî da û komkujiya Pirsûsê şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha hat gotin: “Mixabin, di encama teqîna terorîstî de, ku li hindurê navendeke rewşenbîrî li naveçeya Pirsûsê ya ser bi bajarê Rihayê ve, nêzî 30 welatiyên bêguneh şehîd û birîndar bûn. Em wek Fraksiyona PDK’ê di Parlamentoya Kurdistanê de, derbarê wî karê nemirovane de, jibilî ku bi tundî wê teqîna terorîstî şermezar dikin, sersaxiyê ji malbatên şehîdên wê bûyera hovane re dixwazin.”


‘Dixwazin bi her awayî zirarê bidin’

Fraksyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di daxuyaniyê xwe de daxwaz ji hêzên ewlekariya Tirkiyê kir ku kiryarên bûyerê rojek berê rojekê werin girtin û cezakirin. YNK daxuyaniya xwe de wiha got: “Serkeftinên li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê mijareke ku dijminê gelê Kurd qebûl nake. Ji bo wê jî dixwazin bi her şêwazekî zirarê bidin gelê me.”


‘Êrîş li dij destkeftiyên Kurdan e’

Berdevkê Tevgera Civaka Azadiya Kurdistanê Hisên Kerkûkî jî got: “ Destkeftiyên vê dawiyê ên li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê bi dest ketine, çavê dijminê gelê Kurd sor kirine û naxwazin van serkeftinan qebûl bikin. Bi taybet dewleta Tirkiyeyê bi awayekî rasterast û veşartî dijminatiya şoreşa azadîxwaza gelê me dike, vekirî li ber çavê hemû cîhanê bi awayê madî û manewî alîkariya çeteyên DAIŞ’ê dike. Dixwazin destkeftiyên bi destketine ji holê rakin. Hemûyan yek armanc heye ew ji dîlgirtina gelê me ye.”


‘BI terorê nikarin pêşiya gelên me bigrin

Tevgera Goran ragihand ku teror û tehdîdên bi wî awî tu caran gelê Kurd nede sekinandin û wiha pê de çû: “Pêwîst e hikûmet erka xwe ya parastina ewlekariyê bicih bîne û di demek nêz de kiryarên vê bûyera terorîstî ceza bike.”
Encûmena Rêveberiya Hizba Zehmetkêşanî diyar kir ku ku ji ber çeteyên DAIŞ’ê li Rojavayê Kurdistanê bi Başûrê Kurdistanê wenda kirin li Pirsûsê serî li komkujiyek bi vî rengî dan.

Encûmena Rêveberiya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistanê di daxûyaniya xwe de destnîşan kir ku hemû cîhan jî dizane gelê Kurd wê li hemberî kiryarên terorîstî bê deng nebin û li hemberî dijminên azadiyê li berxwe bidin.

Koma Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê li parlamentoya Herêma Kurdistanê teqîna li bajarokê Pîrsûs a bakûrê Kurdistanê şermezar kirin. Herdu koman sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û daxwaza şifayê ji birîndaran re kirin.


PYD: Pêwîst e Tirkiye destekê nede

PYD’ê bang li Tirkiyê kir ku dest ji kiryarên xwe yên piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê berde û beşdarî hevpeymana navnetewî ya li dijî terorê bibe.

Daxuyaniya PYD’ê wihaye: “Em wekî PYD’ê me gelek caran bang li Hikûmeta Tirkiyê dikin ku beramberî Kobanê berpirsyariyên xwe pêk bîne û sînorê xwe li pêşiya komên çete terorîst ê ku sînoran qebûl neke. Em bang li Tirkiyê dikin ku bi rastî beşarî hevpeymana navdewletî ya li dijî Terorê bibin.ˮ

Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Demokratîka Kurdistanê- Sûriyê (PDK-S), Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokatîk a Ewrupa, Rêxistina TEV-DEM’ê ya navçeya Raco ya Efrînê û Yekîtiya Ciwanên Rojava daxuyaniyên nivîskî yên cûda weşandin.

Di daxuyaniyan de her wiha sersaxî ji malbatên qurbaniyên komkujiyê re hate xwestin û şîfa ji birîndaran hate hêvîkirin.  


 NAVENDA NÛÇEYAN