EHMED MIHEMED / ANHA / QAMIŞLO

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a ku KNK-Rojava (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê - Rojava) destpêkirî de, îro partî û hêzên siyasî yên Rojava dicivin.

Civîna hanê ya berfireh çav li rê ye ku bi beşdarbûna 27 partiyên siyasî yên Kurdî, 16 kesayetên serbixwe, rewşenbîr û siyasetvanên Kurd ku banga KNK`ê ya qonaxa yekemîn bi cih anî, bê lidarxistin. Civîn li Eywana Zana ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin.

Komîteya KNK-Rojava, roja pêncşema derbasbûyî di civîna xwe ya asayî de ragihand ku ew derbasî qonaxa duyemîn a ji bo yekitiya gelê Kurd bûne. Komîteyê ragihandibû ku ew ê civîneke berfireh bi beşdarbûna hemû partiyên siyasî û hêzên siyasî yên Kurd, di demeke nêz de li dar bixin.

Hemû partî hatin vexwendin

Komîteya KNK-Rojava di çarçoveya qonaxa yekemîn de di Mijdara 2018`an de ragihand ku wan serdana hemû partî û hêzên siyasî yên Kurdî kiriye. KNK`ê di serdana xwe de, li ser yekîtiya hêzên Kurdî li hemberî xeter û komployên li dijî gelê Kurd teqez kir.

Endama Desteya Rêveber a Komîteya KNK-Rojava, Derya Remedan der barê civînê de ev agahî dan me: “Me vexwendname bi rê kirin ji hemû partiyên siyasî re. Wek destpêk hemû partiyên ku bersiv dan banga me, beşdarî civînê dibin. Di civînê de, her kes pêşniyaza xwe wê bibêje da ku em bigihîjin biryarên ku dikevin ximzeta Kurdan.”