Partiyên PYD, Partiya Çep a Kurd a Sûriyê, Partiya Kumînist a Kurdistanê, Partiya Lîberalî ya Kurdistanê, Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê, Partî Demokratîkî Kurdistan-Sûriyê, Partiya Aştiya Demokratîk, Partiya Yektîtiya Demorkatîk a Sûriyê (Yekîtî), El-Partî Demokratî Kurdistanî- Sûriyê, Partiya Kesk, Partiya Guhertina Demorkatîk a Kurdistanê, Partiya Çep a Kurd ya Sûriyê, Partiya Yekîtiya Suryaniyan û Desteya Niştimanî ya Ereban ku di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cihê xwe digirin û hin partiyên din ên serbixwe ku partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) ya Nesirdîn Îbrehîm bi armanca nirxandina rewşa siyasî û leşkerî ya Rojava nîqaş bikin, hatin cem hev.

Daxuyaniya hevbeş a partiyan de bal hat kişandin ser êrîşên DAIŞ’ê û hat destnîşankirin ku êrîşên çeteyan piştî têkçûna wan li Girê Spî û Kobanê zêde bûye. Daxuyaniyê bi wî rengî dewam kir: “Hêzên YPG/YPJ’ê û bi alîkariya hêzên piştgiriya wan dikin ji Artêşa Azad û hevpeymana navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê derbeyên mezin li çeteyan dan. Serkeftiyên li dijî çeteyan ne li gorî kêfa hin hêzên hundir û derve bûn. “

Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku koalîsyona muhalefeta Sûriyê dewsa piştevaniya Rojava bike berovajî koalîsyon bûye sîwana siyasî ya komên terorîstî ku gelek ji xaka Sûriyê xistine destê xwe wekî serkeftina opozisyonê bi nav dike. Daxuyanî wiha dewam kir:” Koalîsyona Niştimanî bi vê yekê siyasetên hin hêzên herêmê ku têne naskirin û dixwazin rewşa Roajva têk bibin têne kirin. 


 ANHA/QAMIŞLO