Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê, pêr di derengiya şevê de li ser sînorê bajarê Serdeşt ê Urmiyê bi guleya pasdarên Îranê kolberekî Kurd hate qetilkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, li nêzî gundê Betûşî yê li herêma Alanî ya Serdeştê kolberê Kurd ê bi navê Pîştîwan tê gulebarankirin û di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest dide. 


ANF/SERDEŞT