Li bajarê Bernê yê Swîsre û bajarê Strasbourg yê Fransayê bi semîneran rewşa rojhelata navîn û berxwedana Kobanê hatin nirxandin. Bi pêşengiya komên Anarşîst ên Swîsreyî û koma Tatort Kurdistan ve, li bajarê Swîsre Bernê panelek bi navê “Şoreşa Rojava” hat lidarxistin. Panel li salona konferansê ya Kino in der Reitschule ya ji aliyê anarşîstan ve hat çêkirin, pêk hat. Axaftvanên panelê nivîskara Elman Anja Flach û Pedagoga Civakî Ellen Jaedicke bû. Di panela bi beşdariya gelek Swîsreyiyan de, pêşkêşiyên li ser şoreşa Rojava hatin kirin, rastî eleqeyeke mezin hatin. Di axaftinên li panelê de bal hat kişandin ser girîngiya sîstema li Rojava hewl tê dayîn li ser bingeha paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê bê avakirin, ji bo pêşroja gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê.
Kurd sîstem ava dikin
Di rûniştina destpêkê ya panelê de Pedagoga Civakî Ellen Jadicke mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser çavkaniyên cewhera sîstema Konfederalîzma Demokratîk a li Rojava tê avakirin û wateya wê ji bo gelên herêmê. Jaedicke bi dayîna mînakên ji pirtûka Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan axaftina xwe dewam kir û anî ziman ku li gel zor û zehmetiyên şer jî ev sîstem li Rojava tê avakirin. Jaedicke bal kişand ser asta avabûna sîstemê gihaştiye û got, “Ji aliyê her kesî ve baş hat dîtin ku Kurd dikare vê sîstemê ava bikin.” Piştî Jaedicke nivîskar Anja Flach mafê axaftinê wergirt û gera xwe ya berî çend mehan li herêma Rojava kir û şahidiyên xwe bi slayta li ser sîstema Rojava vegot. Flach da xuyakirin ku sîstem ji bo pêşeroja gelan gelekî girîng e û destnîşan kir ku êrîşên li hemberî hêviyên ji nû ve hebûna Kurdistanê ya bi peymana Lozanê re hat parçekirin, îro bi xurtî tên kirin.
Afirîner jin in
Flach da zanîn ku di nava vê sîstema hemû cihêrengiya nasname û çandî bi awayekî wekhev lê tên temsîlkirin de, weke pêwîstiya bingehîn a sîstemê, rola herî mezin ji aliyê jinan ve tê lîstin. Flach diyar kir ku jin bi awayekî wekhev li her qadê cih digirin û got, “Em dikarin bêjin û afirînerên esîl ên vê şoreşê jin in.”
Flach ragihand ku bi destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re her kesî li gorî berjewendiyên xwe berê xwe dane herêmê û destnîşan kir ku Kurd jî weke mafê xwe yê herî xwezayî, ji bo pêşerojek hemû gelên li ser xaka xwe, sîstemeke xwe ya nû ava kirine. Flach diyar kir ku ev sîstem, li dijî sîstemên koledar ên tê xwestin li Rojhilata Navîn werin avakirin, yekane modela alternatîf e. Piştî axaftina Flach navber ji panelê re hat dayîn û di rûniştina duyemîn de jî Cahît Ûcar ê ji bo destekkirina berxwedêrên Kobanê demekê beşdar bû, êrîşên DAIŞ‘ê û berxwedana Kobanê vegot. Panel piştî pêşkêşiyan bi pirs û bersivan bi dawî bû.
Li Strasbourg semîner
Li bajarê Strasbourg ê Fransa li ser mijara Kobanê, Rojava, PKK û xweseriya demokratîk panelek hat lidarxistin. Li bajarê Strasbourg ê Fransa, di panela ku Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel û endamê Navenda Lêkolînan a Fransa û endamê Rûmetê yê Parlamentoya Ewropa Francis Wurtz wek axaftvan beşdar bûn, Kobanê, Rojava, PKK û xweseriya demokratîk hatin nirxandin.Siyasetmedarê Fransiz Francîs Wurtz di axaftina xwe de got ku ji bo mirov Kurdan nas bike bal kişand ser Peymana Skyes Picot a di sala 1916’an de di navbera Fransa û Îngîltere de hat îmzekirin û rola emperyalîstan.
Wurtz ji wê rojê heta niha bal kişand ser bêedaletiya rû daye û got, “Di pêvajoyeke ku nêrîna Kurdan nayê girtin, bêedaletî serwer e, hovên wek DAIŞ ji aliyê hêzên paşverû ve tên destekkirin, di serî de PKK û PYD li Tirkiyeyê jî ku HDP jî di nav de hêzên pêşverû, azadîxwaz û wekhevîxwaz ên tevgera siyasî ya Kurd divê bê dudilî bên destekkirin.” Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel jî got, “Di serî de li Kobanê em li ser berxwedana qehremanî ya li hember hovên DAIŞ ‘ê diaxivin. Lê li Rojava diyardeya herî girîng tevî atmosfera bêîstîqrarî û kaosê jî pergala kantonên xweser û demokratîk in.”
ANF/BERN/STRASBOURG