Dê bi qasî zêdetirê 40 wezîrên parastinê û wezîrên derve yên cîhanê amade bibin. Dê nûnerên Wezîra Karên Derve ya DYA Hilary Clinton û nûnerên NATO’yê jî beşdar bibin.
Di konferansa ku dê gelek wezîrên karên derve û parastinê yên cîhanê beşdar bibin de, dê projeya mertalên fuzeyan a di navbera NATO û Rûsyayê de bê gotûbêjkirin.
Hêjayî gotinê de ku ev konferans di demekê de wiha pêk têk u rojhilata Navîn û hemû welatên derdorê di nava liv û tevgereke nedîtî de ye û dem dema şoreşa gelane.
Di vê demê de welatên desthilatdarên cîhanê jî dikevin nava tir û fikaran û ji bo parastina bercewendiyên xwe li plansaziyên nû digerin. Welatên desthilatdar ên ku dixwazin cîhan li gorî bercewendiyên wan bê plankirin ketine nava tevgerê û dixwazin alîgirên xwe li şûna wan rejîmên ku hildiweşin bicih bikin.
MUNÎH