Bingeha metoda sosyolog û hendesyarên karûxebatên psîkolojiya civakan  objektîfî ye. Lê sosyolog û hendesyar jî gelek caran di pêvajoya artîstîk a vejînê de, subjektîf dimînin. Subjektîfî, her dem bûye stuna zihniyeta “qiyam”ê.

Paşxistina Kongreya Neteweyî a Kurd, rê li ber zihniyeta qiyamê vekir.
Belkî rexneyek giran e, lê Rojhilata Navîn di pêvajoyeke germ de ye û wek volqanê li ber teqînê ye. Kurdistan, çar parçe jî, di navenda vê volqanê de ye.
Hemberî ku gelê Kurd bi giştî  -Başûr jî di nav de-,  dinava guhertinek dîrokî de ye;  pêdivî bi îdeologên dilsoz û durust heye. Divê îdeologên Kurd, berî her tiştî, li dijî “kîna siyasî” û “sîmsarên siyasî” şer bikin.
Paşxistina Kongreya Neteweyî a Kurd, îdeologên dilsoz û durust mecbur dike ku, pênûsa xwe hinekî tuj bikin, bi hibra tarî, xetên xwe bêhtirîn qalind bikin.
Di demeke ku cîhanê digot, “gelê Kurd zîncîra li destîniya wan hatiye girêdan parçe kirin” de, muzakereyên navbera hêzên Kurd jî kete rewşeke sîmsariyê.
Belkî gotina sîmsariya siyasî hinekî giran e, lê “qiyam” a li dijî Kurdan di pratîkê de ye. Hêzên global dibin pêşengiya Emerîka de, destwerdana Suriye kirine rojeva xwe.  Destwerdana eskerî, dikare destîniya Libya bîne Suriye. Hêzên çete û paramilîter, ku destekê ji dewleta Tirkiyê Erebîstana Suudî, Qatar û hwd. distînin û milê xwe dane milê hinek ji partiyên Kurd, wê “qiyam”ê dijwar bikin. Hingî, kesên mîna Mustafa Cima jî diakrin reqsa çarpînê bikin. Bizanibin ku çete li kesî namînin heyirî  û komkujiyên mezin bikin. Yan jî, hêzên dagirker dikarin bi navê van çeteyan komkujiyên mezin bikin. Dikarin baregehên eskerî di herêma Kurdan de deynin, bi têlên dirrihî û şirildaqên bircikên nobedariya meterilyozan “tahkîm” bikin.
Bi paşxistina Kongrê, aştiya Kurdan, hêza ku bi aştiya navbera Kurdan werê sazkar kirin, careke din li gorî denge û îhtîrasên hêzên Kurd têk çû: li gorî berjewendî û kursiyê desthilatdariyê, bi çarmixa hincetan ve hate bizmar kirin.
Dîmen xuya ye û zelal e... Dijmin dikene û dilxweş e... Ev jî tê wateya ku di paşerojan de, spekulasyonên nû û bi felaket hene. Tê zanîn, çavkaniyên berê,  ku spekulasyon li pey hev dikirin şelîpan, ji holê ranebûne.
Pêkanîna Kongreya Neteweyî, çikandin û ji holê rakirina van çavkaniyan bû.
Pêkanîna Kongreya Neteweyî, çikandina teqana li dora çar parçeyên Kurdistanê bû. Teqan, çirav e û her dem dikare hêzên Kurd, destketiyên gelê Kurd biqurpîne.
Belkî ev dîtina min reşbînî be, lê hîna Bonapartên dinava me de, ji zihniyeta xwedî-kirina  çete û qiyamê dûr neketine.
Kongreya Neteweyî, bi navê demokrasî û berjewendiyên tevahiya Kurdistanê di raya giştî ya cîhanê de deklere kirina azadiyê bû.  Kongre navê organîzekirinê bû.
Lê ev organîzekirin hate paşxistin û azadiya gelê Kurd jî  hate paşxistin.
Di van rojên ku dewletên G 20, li bajarê Rusya St. Petesbourgê  kom dibê de, pêşî serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan, tevahiya dagirkerên Kurdistanê û bav-axayên çeteyên li Rojava komkujiyan dikin teva, neşîdeyên spasiyan dixwînin, hemd-û sena xwe tînin.
Dîroka gelan guhertin û komkirin e. Ya Kurdan jî belakirin e. Di komkirina dîrokî de,  yekîtî heye, dûrketina ji kîna siyasî heye,  kultur heye, sosyolojî û hendesyariya civakê heye, parastina cografya heye, parastina nirx û pîroziyan heye.  Ji ber vê çendê, dîrok, weke mîrateya nifşan tê binavkirin.
Çend sal in, ji bo yekîtiya Kurdan têkoşîn tê kirin.
3 hêzên sereke yên Kurdan hene. Yek ji serokê van hêzan Birêz Abdullah Ocalan e.  Ji bo yekîtiya neteweyî û Kongreya Neteweyî werê sazkar kirin, Ocalan gotina xwe da Birêz Mesut Barzanî.
Birêz Mesud Barzanî, çend salan yekîtiya Kurdan, Kongreya Neteweyî paşxist. Vê paşxistinê, dilêşî, nerazîbûnek derdixiste holê, lê car din hincet dihatin dîtin.
Roja ku Birêz Mesut Barzanî,  bi navê Ocalan, bi navê Talabanî axivî û ji raya giştî ya Kurd û cîhanê re deklere kir ku Kongreya Neteweyî wê werê sazkar kirin, stêrikên dil û mêjiyê gelê Kurd çirisîn, geş bûn û keniyan.
Hemberî ku Kongreya Neteweyî a Kurdistanê KNKe,  li Brukselê hebû, xwedî meşrûiyetek fermî jî bû, car din endamên KNKê bi dilsozî nêzîk bûn. Ji bo pêkanîna Kongrê, hevserokên KNKê, Birêz Nulîfer Koç û Birêz Kemal Tahirîzade  di Konseya Amadekar de cih girtin.
Hemberî ku gelek endaman, (ez jî di nav de), dijberî nîşan dan û gotin; bi navkirin û lidarxistina Kongreya Neteweyî li Hewlêrê, meşrûiyeta KNKe Brukselê “mulga” dibe. Piştre Kongreya li Hewlêrê jî, bikevê tara bêjingê û bibe qurbanê selefkariya siyasî, gelê Kurd wê darbeyek siyasî, huquqî û civakî bixwe.
Hingî gelê Kurd, wê “efendîtiya destînî-çarenûsa” xwe careke din winda bike; ev jî wê erdhejek civakî çêbike.
Axaftina Birêz Mesut Barzanî, civîna ji bo Kongreya Neteweyî a Kurd û sazkariya Komsiyona Amadekar, devê xeşîm û labîrenta ku gelê Kurd têde hatibû kilît kirin vekir.  Bi paşxistina Kongrê, careke din devê xeşîm û labîrentê hate girtin.
Belkî ev gotin, karîkaturîzekirina destketiyên gelê Kurd yên îro ne, dîse jî ez bêjim:
Gelê Kurd berî niha jî, realîzma di van çîrokan de dîtibû û xwendibû, êdî geyayê Kurdan dibin keviran de namîne û narize... Ji ber ku gelê Kurd, “muqederat” têk biriye û li hemberî nostaljiya çîvanokan şiyar e. .