Ruhê serhildanê li Amedê bê navber dewam dike. Şerdil Cengîz û Şiyar Selman ên pêr li Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin, li goristana Yenîkoy a Amedê bi tevlîbûna sedhezaran kesî hatin veşartin.

Şerdil Cengîz û Şiyar Selman ên doh li Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve di dema xwepêşandanên xwedîderketina li xwerêveberiyan de hatin qetilkirin, li goristana Yenîkoy a Amedê hatin veşartin.

Gelê Amedê zarokên xwe yên hatin qetilkirin, bi ruhê serhildanê pêşwazî kirin û hêrsa xwe bi gotina sloganên "Bijî berxwedana Sûrê", "PKK gel e, gel li vir e" û "Şehîd Namirin" nîşan da. Gel sonda tolhildanê xwar.


Sedhezaran kesî zarokên xwe pêşwazî kirin

Li Parka Koşûyolûyê, ji bo Şerdil û Şiyar, di nav de parlamenterên HDP'ê Çaglar Demîrel û Selma Irmak jî bi beşdariya sedhezaran kesî  merasîmek hat lidarxistin. Piştî nimêjê, hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle peyivî û got, "We bav, kal û kekên van zarokên ku we îro qetil kirin, di salên 90'î de qetil kiribûn. Êdî bes zarokên me qetil bikin. Em êdî vê rewşê qebûl nakin. Polîtîkayên xwe yên gemarî û destên xwe yên qirêj ji Kurdistanê vekişînin."

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek jî bal kişand ser dorpêça li hemberî Sûrê û destnîşan kir ku tevî polîtîkayên qetlîamê yên li hemberî wan jî ew ê ji têkoşîna xwe venegerin. Şîmşek got, "Em ê ji mafê xwe yê herî rewa ji berxwedana xwerêveberiyê venegerin."


Bav Cengîz: Em neviyên Ristemê Zal in

Paşê bavê Şerdil, Mehdî Cengîz axivî û got, "Ji vê derê bang li Kurdan dikim. Bes e êdî bi salan we eslê xwe înkar kir. Bes e êdî ji vê tirsê re. Werin em bibin yek. Ji Birêz Barzanî re dibêjim; Bes e êdî bi vê desthilatdariya xwînmij re hûn dibin hevkar, destê xwe tevlî xwîna Kurdan neke. Tu ne neviyê Cengîz Xan î! Em Kurd neviyên Şêx Seîd, Ristemê Zal, Qazî Mihemmed in."

Piştî axaftinan, girseya gel ber bi Goristana Yenîkoyê ve meşiya. Bi yek dengî girseyê dirûşma "Bijî berxwedana Sûrê" got.

Dema girse gihişt Goristana Yenîkoyê hejmara mirovan gihişt sed hezaran. Li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" û slogana "Tolhildan", cenazeyên Şiyar û Şerdil hatin veşartin.

Bi sed hezaran kesên beşdarî merasîmê bûn, ji bo tevlî civîna koma HDP'ê ya li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bibin, ketin ser rê. 


 AMED