Di hevdîtina ku duh pêk hat de, der barê ji nûve avakirina qanûna sazûmanî nîştîmanî û listeya hilbijatinê de, nîqaş û goftogo hate kirin. Di hevdîtinê de hate gotin ku weke YNK’ê destek dikin ku PÇDK’ê ji bo îcazeya partiya xwe bigre û fermî bibe, hem ji aliyê yasayî û hem jî ji aliyê siyasî ve amede ye. Her wiha di hevdîtinê de PÇDK’e û YNK diyar kirin ku pêwîste ketina hilbijartinê bi lîsteya vekirî be û balkişandin ser xala ku divê demê de tişta herî girîn ewe ku ew bi hevre bibin xwedî stratêjiyek e demokratîk û netewî. Di berdewamiya hevdîtinê de balkişandin ser xala serokatiya herêmê. Di encama goftogoya ku hate kirin de, derket holê ku pêwîste dema serokatiya herêmê were dirêjkirin, ta ku hilbijatin û aloziyên ku li Kurdistanê hene derbas bibin. Mele Bextiyar weke berpirsê komîteya Kurdî sosyal enternasyonel diyar kir ku em alikariya partiya PÇDK’ê dikin ji bo ku bikeve sosyalen ternasyonalîst. Di dawiya hevdîtinê de hate gotin ku pêwîste weke du partiyên demokratîk û netewî alîkariya hev bikin.
DÎHA/SILÊMANÎ