Şahî pêk hat
Bi dehan nûnerên partî, rêxistinên civakî û kesayetên serbixwe ji bo pîrozkirinê çûn serdana PÇDK’ê. Nûnerên partî û rêxistinên siyasî û civakî yên wek KCK, KNK, PYD, TEV-DEM, Komala Îslamiya Kurdistan, Bizûtneweya Demokrata Gelê Kurdistan, Partiya Karkeran û Rênçberan, Partiya Ayende (Pêşeroj) a Kurdistan, Partiya Komînîst a Kurdistan, Partiya Zehmetkêşên Kurdistan, herwisa nûnerên Kovara Kurdistan beşdarî pîrozbahiya PÇDK’ê bûn. Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb serdanên pîrozbahiyê qebûl kir.
Encama raperînê ye
Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb têkildarî salvegera damezrandina partiya xwe û salvegera Raperîna Ranya’yê nirxandinên xwe ji ajansa DÎHA’yê re kirin. Xerîb salvegara damezrandina PDÇK’ê li gelê Kurd pîroz kir û da zanîn kû PÇDK di roja Raperîna Ranya’yê de hatiye damezrandin û ev jî wek hewildanek ji bo xwedî derketina li destkeftiyên Raperînê bû.
Xerîb wiha dirêjî da gotinên xwe: “Raperîna gelê Ranya û Başûrê Kurdistanê encama kimyabaran, enfal û komkujiyên ji aliyê rejîma Seddam ve li ser gelê Kurd hatî kirin bû. Herwiha berhemê tekoşîna hemû aliyên siyasî yên Kurdistane. Berhemê kesayetên bi şev û roj ji bo azadiya Kurdistanê di nav xebat û tekoşînê de bûn.
Berhemê nefret û kîna gelê Kurd a li hember rejîma dîktator ya Seddam Husên kombûyî û piştre bi awayê raperînê teqiya ye.”
Yekîtî pêwîst e
Herwisa Xerîb aloziya siyasî û aborî a li Herêma Kurdistanê rû dayî nirxand û da diyar kirin ku destkeftiyên îro gelê Kurd li Herêma Kurdistanê bidestxistî berhemê xwîna sedhezaran şehîd û raperina gelê Başûrê Kurdistanê ye.
Gotinên xwe wiha domand: “Lewra divê partiyên siyasî yên Herêmê bibin şayanê van şehîd û keda gelê Kurd û hewilbidin li ser bingehê berjewendiyên gelê Kurd û Herêma Kurdistanê pirsgirêk û aloziyên siyasî yên tên jiyan, çareser bikin." Xerîb di dawiya axaftina xwe de dûbare salvegera damezrandina PÇDK’ê û raperîna gelê Ranya li tevayî gelê Kurd û Kurdên azadîxwaz pîroz kir.
DÎHA/HEWLÊR