Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) û Senator Pierre Laurrent, ji bo gelê Kurd û HDP’ê peyameke pîrozbahiyê ya bi dîmen weşand û ji bo mezinkirina piştgiriya bi Kurdan re bang kir.

Senator Pierre Laurent di peyama xwe de ji bo gelê Kurd, xebatkar û hilbijartiyên HDP’ê got, “We gelek serokên şaredariyan ji nû ve hilbijartin û Stenbol û Enqere jî di nav de li bajarên mezin di têkbirina Erdogan de pareke we ya girîng çêbû. Li welatê ku Erdogan mafên jinan ewqasî kêm kiriye, bi saya we, jin ji bo şaredariyê hatin hilbijartin. 55 ji 57 şaredarên jin ji HDP’ê ne. Di vê hilbijartinê de bi saya we, bi saya helwêsta bi berpirsyarî ya Selahattîn Demîrtaş ê girtî, şeqamek li Erdogan ket. Tevî girtin, tesfiyekirin û zilmê jî vê stratejiyê bersiva xwe dît. Hûn bi wêrekî tevgeriyan û bi ser ketin.

Niha jî dixwazim bang li hêzên demokratîk ên Fransayê bikim; divê ev serketina ku hêzên demokratîk ên Kurd û Tirk bi dest xistine bê bikaranîn. Abdullah Ocalan jî di nav de ji bo bidawîkirina tecrîdkirina girtiyên siyasî, divê piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê yên li girtîgehan û yên li Strasbourgê bê kirin, divê piştgiriya bi van hêzan re were xurtkirin. Ji bo serketina di hilbijartinên şaredariyê yên roja Yekşemê de dewam bike, em vê piştevaniyê bi hev re mezin bikin.”

 

PARÎS