Odeya Barzirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê doh li Silêmaniyê ji bo çareserkirina krîza aborî ya Herêma Kurdistanê bi civînekî çapemeniyê projeyek ji raya giştî re eşkere kir.
Di civîna çapemeniyê de Sîrwan Mihemed der barê 500 ton alîkariya ji bo Rojava hatî komkirin de axivî û got; "Me bi daxwaza fermî, Wezareta Hundirîn û Desteyan Wezîran û çend aliyên peywendîdar agadar kirine, da rê bidin me, da ku em we 500 ton alîkariya hatiye komkirin derbasî Rojavayê Kurdistanê bikin, lê heya niha ti bersiv nîne. Di demekî ku li Rojava gelek pêwîstiya wan bi xwarinê heye. Em amadene her dema destûr dan,, em di nava 24 saetan de vê alîkariyê bigihînin Rojava."
Ji 16'ê Adarê ve sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê de ji aliyê PDK'ê ve hatiye girtin û rê nayê dayîn alîkarî der basî Rojava bibe.
SILÊMANÎ