Di dijî çeteyên DAIŞ’ê yên di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşê Şengalê kirin, gelê Êzîdî bi parastina cewherî hate parastin, lê niha ambargoya PDK’ê bandoreke xirab li ser gelê herêmê dike. Ji hêlekê ve ambargoya derman, ji hêla din ve jî kesê ne endamê PDK’ê be, li nexweşxaneyên Herêma Federal a Kurdistanê naye dermankirin. Avaşîn Hêzil ya li Şengalê hekîmtiya pratisyen e, eşkera dike ku her çendî zehmetî hebin jî ew xwe ber vê yekê digirin.

Dr. Avaşîn Hêzil li Nexweşxaneya Şehîd Zinar dixebite, ev nexweşane berî 3 salan li herêma Serdeşê hatiye avakirin. Dr. Hêzil eşkera kir ku hejmareke zêde ya wargehê hebe jî ambûlanseke wan heye, rojê herî kêm li 40-45 nexweşan mêze dikin.


Hêzil dest nîşan kir ku ji ber ambargoya PDK’ê, di warê derman de gelek pirsgirêk xwe didin der, beşa herî mezin a pêwistiyan ji Rojava pêşwazî dikin. Hêzil got: “Di warê derman de pirsgirêkên me hene” û wiha pê de çû: “Bi taybetî ji ber nexweşiyên kronîk, şekir û tansiyonê em gelekî tengesariyê dikişînin. Pir kêm tên Rojava û ya din jî gelekî biha ne. Ji xwe Başûr ambargo daniye ser Şengalê. Di warê tenduristiyê de jî ambargo danîne ser Şengalê. Nexweşên ku em dişînin Başûr, heke ne endamê fermî yê PDK’ê be, nayên qebûlkirin.”
Hêzil da zanîn ku Êzîdiyên diçin Başûr û dixwazin tedawî bibin, zêdetir nexweş dikevin û wiha got: “Nexweşên ku qet pêwistî bi emelyatê tune be jî ji bo doktor pere bigirin wan emelyat dikin, an jî dermanê ku tu eleqeya wê bi nexweşiyê re tune didin wan. Ji hêla din ve nexweşî diyar be jî bi dehan test û tahlîla bi wan didin kirin û wan dixin bin mesrefên giran.”



 ŞENGAL