PDK’ê hêzeke mezin a çekdar şand derdora baregehên dewleta Tirk ên li Şêladiz û Bamernê. Hêza qalkirî ji çekdarên Roj û pêşmergeyên Zêrevanî pêk tê. Tê gotin PDK ji bo parastina leşkerên Tirk hêz şandiye derdora baregehan. Li gorî agahiyan; şeva din Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), hêzeke zêde ji bo parastina baregehên leşkerî û sîxûrî yên dewleta Tirk yên li Şêladiz û Bamernê, şandiye. Di vî warî de dîmen jî di medya civakî de hatin weşandin. Di dîmenan de bi leşkerên Roj û pêşmergeyên Zêrevanî re, kel û pelên leşkerî, wesayîtên zirxî û gelek alavên din yên leşkerî têne dîtin. Xelkê Şêladizê dibêje, PDK vê hêzê ji bo parastina baregeh û leşkerên Tirk yên ku rojane komkujiyan pêk tînin, şandiye. Li gorî çavkaniyên herêmê, hêza ji bo Şêladizê hatî şandin, leşkerên Roj û pêşmergeyên Zêrevanî ne û ev her du hêz jî girêdayî PDK´ê ne, û hêzên hizbî ne.  DUHOK