Kovara navdar a Elmanyayê, Der Spiegelê di hejmara xwe ya nû de bal kişand ser êrişên li dij Şengalê. Kovarê hikûmeta Elman hişyar kir û got: "PDK çekên ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê jê re hatine şandin, li dijî Êzidiyan bi kar tîne." Mijar dikeve rojava Meclîsa Federal a Elmanyayê jî. 

Elmanya ji PDK'ê ne razî ye, ji ber ku çekên ji bo parastina Êzîdiyan ji Elmanyayê hatibûn şandin, PDK niha li dijî Êzîdiyan bi kar tîne.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, ji ber bikaranîna çekên Elman li dijî Êzîdiyan, ji PDK'ê daxuyaniyek hatiye xwestin. Hat ragihandin ku ev mijar wê li Meclîsa Elmanyayê jî bê nîqaşkirin.

Di dîmen û wêneyên ANF´ê û malpera nûçeyan a Êzîdîpressê de jî hat dîtin, ku koma çete ya bi navê 'pêşmergeyên rojava' dema êrîşî bajarokê Xanesor ê Şengalê dike, çekên Elman bi kar tîne. Vê yekê rê li ber nîqaşan vekir.

Yek ji girîngtirîn saziyên çapemeniyê yên Elmanyayê Spiegel Online, bi sernavê "Milîsên Kurd bi çekên Elman li dijî Êzidiyan şer dikin" nûçeyek weşand. Di vê nûçeyê de hat ragihandin ku çekên ji bo bikaranîna li dijî DAIŞ'ê Elmanyayê dayî PDK'ê, niha li dijî YBŞ'ê tên bikaranîn.

Dîmenên ANF’ê hatin nîşandan

Di nûçeyê de hat ragihandin, tevî çekên G3 û G36, fuzeyên antî tank MÎLAN û gelek wesayîên leşkerî ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê hatine dayîn û îşaret bi dîmenên ANF'ê hat kirin.

Di dewama nûçeyê de dîmenê 2 gerîlayên ji bo rawestandina şer derketine pêşiya wesayîtên zirxî yên PDK'ê tê nîşandan û tê destnîşankirin ku ev dîmen rastiyê hemûyî radixe ber çavan. Di nûçeyê de tê gotin, ev wesayîtên zirxî yên di dîmen de tên dîtin wesayîtên Elman ên tîpa 'Dîngo' ne.

'Ya li dij DAIŞ’ê li ber xwe da YBŞ bû’

Spiegel Online di nûçeyê de da xuyakirin ku YBŞ´ya bûye hedefa PDK'ê, di nava Kurdên Êzîdî yên Şengalê de piştgiriyeke xurt dibîne û ji bo endamên YBŞ'ê jî ev şîrove hat kirin: "Ji ber ku yên li Şengalê li dijî DAIŞ'ê bi biryardarî sekinînin pêşmerge nebûn. Yên bi biryardarî sekinînin, hevalbendên PKK'ê bûn."

Di dewama nûçeyê de bal hat kişandin ser wêneyên di malpera Êzîdîpressê de hatin weşandin û hat gotin, "Pêşmerge li Xanesorê di şer de çekên G36 li dijî Êzîdiyan bi kar tînin."

Mijar diçe rojeva meclîsa federal

Spiegel Online her wiha cih da nêrînên Parlamenterê Partiya Çep a Elman Jan van Aken ên li ser mijarê. Van Aken dibêje, "Cihê tirs û fikaran e, ku çekên artêşa Elman dayî, her wiha perwerdeya leşkerî jî ji bo wan daye, ji bo careke din zext û sirgûn li ser Êzîdiyan bê ferzkirin, tên bikaranîn."

Van Aken diyar kir, ku mijar wê di rojên pêş de li Meclîsa Federal bê nîqaşkirin.

Daxuyanî ji PDK’ê hat xwestin

Di nûçeya Spiegel Online de hat ragihandin, ku bikaranîna çekên Elman li dijî Êzîdiyan ji aliyê Sefaretxaneya Elmanya ya li Bexdayê ve ji nêz ve tê şopandin û hikûmet vê mijarê gelekî cidî dibîne. Li gorî nûçeya Spiegel Online rayedarekî Wezareta Parastinê diyar kiriye, Elmanyayê li ser vê mijarê daxuyanî ji PDK'ê xwestiye. 

Fermandara YJŞ´ê Vejîn: Elmanya divê hişyar be


Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Rosyar Vejîn ji rojnameya me re peyivî û her weha behsa mijhara bikaranîna çekên ji elmanyayê jî kir, Vejîn bi bîr xist ku Elmanyayê bi şertê parastina Êzîdiyan sîleh dane PDK´lê û wiha peyivî: „Elmanya bi xwe jî, dizane, heger ji bo parastina Êzîdiyan sîleh dane, divê ji bo parastina Êzîdiyan werin bikaranîn. Em nabêjin bila PDK, pêşmerge ji vir, ji Şengalê derkevin, lê bila rast xizmeta vî gelî bikin. Nabe sîlehê li zarokên gel bikişîne û wan bi wan sîlehan şehîd bike. Elmanya divê li hemberî vê yekê hişyar be, maden çek dane jhi bo ku gelê Êzîdî biparêze, divê ew çek li gelê Êzîdî nezîvirin. Lê halê hazir ew sçleh li dijî gelê Êzîdî tên şixulandin."


ANF / BERLÎN