Meşa Dirêj a rêxistinên Ciwanê Başûrê Kurdistanê ku 10’ê Sibatê ji Silêmaniyê ji bo şermezarkirina Komployê dabûn destpêkirin, di roja dawî de ji aliyê hêzên Asayîşa Hewlêrê ve hate astengkirin û 4 ciwan jî hatin binçavkirin. 

Çalakgerê ku duh di saetên danê nîvroyê de gihiştin nuqteya Pirdê ya ketina Hewlêrê, ji aliyê hêzên Asayîşa PDK’ê ve hatin astengkirin. Hêzên Asayîşê diyar kir ku ferman ji jor hatiye û li rê nadin çalakger derbas bibin.

Li ser astengiyan çalakgaran heta saetên dereng ên şevê çalakiya rûniştinê li dar xistin, pişt re bi daxuyaniyekê helwesta PDK’ê şermezer kirin û gotin: “Ev nêzîkatî ti têkiliya xwe bi welatparêzî û neteweyiyê ve nîne, berovajî xizmetê ji komplogeran re dike.”

 Em ne li Tirkî ne lê...

Li ser navê komîteya amadekar Erdal Engîn daxuyanî da û got: “Em îro ne li Tirkiye û ne jî li dijî polîsên Tirk dimeşin. Em ji Herêma Başûrê Kurdistanê dixwazin biçin paytext Hewlêrê. Ev der Kurdistane û em dixwazin bi meşa xwe komploya li ser Rêbertiya me û gelê me protesto bikin. Lê mixabin em ji aliyê hêzên patiya bi navê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve tên astengkirin. Ev helwest û nêzîkatî ne ji dûr û ne jî ji nêzîk ve ti têkiliya xwe bi welatparêzî û netewîbûnê ve nîne. Em bi vekirî dikeve zimeta hêzên komploger e.”

 4 ciwan binçavkirin

Engîn, spasiya her kesê ku di dema meşê de bi taybet hêzên asayîşa girêdayî YNK’ê welatiyên li Bazyan, Tekke, Çemçemal, Kerkuk ku ew baş pêşwazî kirin û alîkarî dane wan kir.

Engîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi ti awayî van astengiyan qebûl nakin, Bila her kes baş bizanibe wê ji niha û şûn ve jî têkoşîna me bidome. Bi felsefeya Rêber Apo wê ev têkoşîn mezin û xurt bibe.”

Piştî daxuyaniyê 4 ciwanên ku ber bi Hewlêrê ve diçûn ji aliyê hêzên Asayîşa PKD’ê ve hatin binçavkirin. Ne hat zanîn ku ka kesên ku hatine binçavkirin birine kû derê.  


 HEWRLÊR