Berdevkê PDK’ê Mehmûd Mihemed got, ew wekî partî ji bo wergirtina postê serokkomariyê Iraqê israr in.

Encûmena Rêvebir a PDK’ê doh bi serokatiya Mesûd Barazî civiyan û di dawiya civînê de ji berdevkê PDK’ê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Berdevkê PDK’ê Mehmûd Mihemed di derbarê postê serokkomariya Iraqê de got: “Em postê serokkomariya Iraqê weke mafê xelkê Herêma Kurdistanê dibînîn. Me bi Şîe û Suniyan re lihevkiriye ji bo xelkê Herêma Kurdistanê û pêwîste nûnertiya vê yekê xelkê herêmê bike. Her wiha çawan serokatiya hikûmetê ji bo Şîe, serokatiya parlamantuyê ji bo Suniyane û pêwîste serokkomartî jî ji bo  xelkê Herêma Kurdistanê be.

Em bi israrin ku vê demê postê serokkomariyê ji bo PDK’ê be.”

Mehmûd Mihemed diyar kir ku li Herêma Kurdistanê namzet ji bo serokkomariyê pirin, çi li nav polîstburo, yan rêveberiya PDK’ê yan jî nava gel de bin.”

13 sal in ‘par’a YNK’ê bû

Ji 2005’ê ve postê Serokkomariya Iraqê di destê Kurdan de ye û di nava Kurdan de jî li gel YNK’ê ye. Niha jî YNK wergirtina vî postî weke mafê xwe dibine.

   

ROJNEWS/HEWLÊR