EKREM BEREKAT / NAVENDA NÛÇEYAN 


Nivîskar û rojnamevanên ku rastiya sîstemên dîktator ji her kesî re eşkere dikin, ji aliyê van sîsteman ve hedef tên girtin. Başûrê Kurdistanê yek ji herêmên ji bo pêkanîna xebatên ragihandinê, herêmeke xeter e. Ji ber ku rojnamevan rastiya hikûmeta PDK′ê derdixin holê, li hember vê yekê PDK rojnamevan û nivîskaran dikuje, direvîne û zextê li wan dike.

Di 3′yê Adarê de jî li herêma Xanesorê ya girêdayî Şengalê, çeteyên PDK′ê rojnamevanên ku rastiya êrîşên wan belge dikirin, hedef girtin. Rêhevala me Nûjiyan Erhan nûçegihana ajansa  JINHA′yê ye, qurbaniya yekem a êrîşên çeteyên PDK′ê yên li ser Xanesorê bû.

Çeteyên sekvan Nûjiyan qetil kir

Çeteyan bi sekvanan Nûjiyan kir hedef. Di encamê de, Nûjiyan birîndar bû ji ber birînên xwe, şehîd bû. Her wiha du nûçegihanên (Çira TV ) Hadî Îlyas û Izet Ismet birîndar bûn.

Di 14′ê Adarê de jî, herdû nûçegihanên (Çira TV) Jînda Asmîn û Delîla Axîn dema ku êrîşên çeteyên AKP/PDK′ê yên li ser welatiyên ku ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Xanesorê derkebûn xwepêşandanê belge dikirin, ji aliyê çeteyên PDK′ê ve hatin hedefgirtin.

Lê dîroka desthilatdariya PDK′ê li Başûrê Kurdistanê, dîroka kiryarên kuştin û revandina rojnamevanan e ku rastiya PDK′ê ji her kesî re radigihînin.

Hedefgirtina nivîskaran

Nivîskar Ebdulsetar Tahir Şerîf (75) li zanîngeha Kerkûkê mamoste bû. Şerîf bavê 5 keç û 3 kuran bû. Şerîf siyasetmedarekî Kurd bû û di dema serokê hikûmeta Iraqê Ehmed Hesen El-Bekir de, wezîrê Şaredariyan bû.

Şerîf di 5′ê Adara sala 2008′an de ji aliyê çekdarên ku nasnameyên wan ne-diyar ve, hat kuştin. Çekdaran ew li herêma Rehîm Awa ya bajarê Kerkûkê, gulebaran kir. Şerîf di cih de şehîd bû. Sûcê wî ew bû ku siyaseta PDK′ê qebûl nedikir û derbarê fesadî ku di saziyên Başûrê Kurdistanê de derdiket, dinivîsand.

Nivîskar û rojnamevan Soran Mamê Hemê jî di şeva 21′ê Tîrmeha sala 2008′an de li bajarê Kerkûkê li pêşiya mala xwe ji aliyê komeke çekdar ve ku nasnameya wan ne diyar e, hedef hat girtin. Mamê Hemê, endamê sandîkeya Rojnamevanên Kurdistanê û berpirs û nûçegihanê Buroya kovara  Livîn bû. Mamê Hemê derbarê dozên fesada darayî û gendeliya girêdayî hin kesayetên li Kerkûkê de dinivîsand.

Soran Mamê Hemê beriya ku were şehîdxistin, di 15′ê Gulana sala 2008′an bi awayekî fermî agahî da sandîkeya Rojnamevanên Kurdistanê ku bi riya telefonê, gefa kuştinê lê hatiye xwarin. Komîteya parastina mafê rojnamevanan azadiya rojnamevaniyê jî, ev yek di rapora xwe ya 6 mehan de weşand.

Revandin û qetilkirina rojnamevanan

Di 4′ê Gulana sala 2010′an de cenazeyê rojnamevan Serdeşt Osman (23) nêzî bajarê Mûsilê, li ser riya giştî hat dîtin. Rojnamevan û xwendekarê zanîngehê Serdeşt Osman li bajarê Hewlêrê ji aliyê komeke çekdar a nasname nediyar ve hedef hat girtin. Serdeşt li ser destê koma çekdar, gelek îşkence û lêdan dît û du gule jî li serê wî hatibûn xistin.

Serdeşt rêzegotar nivîsandin. Di wan nivîsên xwe de, rexne li rayedarên Başûrê Kurdistanê dikirin. Gotara wî ya herî deng vedayî  ″Ez aşiqê keça Mesûd Berzanî me″ bû. Serdeşt di destpêka gotarê de nivîsiye: ″Dema ez bibin zavayê Berzanî, dê ez û keça wî li Parîsê bigerin û çend rojan biçin Emerîkayê. Ez ê mala xwe ji taxa belengazan ya li Hewlêrê, veguhêzim Mesyef (Serê Reş) û dê kûçikên Emerîkî parastin û parêzvanên Îsrayîlî, parastina min bikin.″

Serdeşt di gotara xwe ye dawî de diyar kir ku gefên kuştinê lê hatine xwarin û wiha nivîsand: ″Beriya çend rojan ji min re hat gotin ku jiyana min dê di demeke kurt de bi dawî bibe, lê ez ji mirin û îşkenceyê xeman naxwim.″

Rojnamevan Kawa Mihemed Ehmed Germiyanî jî derbarê dozên gendeliya li Başûrê Kurdistanê dinivîsî. Germiyanî serokê edîtoriyaya kovara Rayele û nûçegihanê radyoya Azadî bû.

Germiyanî şeva 5′ê kûnana sala 2013′an li bajarê Klar li pêşiya mala xwe, ji aliyê 3 çekarên nasnameya wan nediyar ve, hat şehîdxistin. 

Nûçegihanê ajansa Rojnews ê li bajarê Dihokê Wedat Hisên jî nîvmirî li ser riya Dihok-Sîmîl hat dîtin. Wedat ji lêdan û îşkenceyê nefesên xwe yên dawî distandin. Wedat ji aliyê komeke çekdar ve hat revandin.

Di 13′ê Tebaxa sala 2016′an saet di 08.45′an de Wedad birayê xwe Serdar gihand cihê karê wî. Piştî 15 deqeyan agahî ji Serdar re hat ku birayê wî ji aliyê komeke çekdar ve, hatiye revandin. Kesên ku  Wedat li rê hat dîtin ew rakirin nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest da.

Kamerevanê televizyona KNN Şukrî Zênedîn (44) bavê 4 zarokan e, cenazeyê wî 1 kanûna sala 2016′an li bakurê bajarê Dihokê, hat dîtin. Lê beriya ku cenazeyê wî were dîtin, 4 rojan agahî jê qut bûn. sûcê wî jî ew  bû ku rastiya PDK′ê radixist ber çavan.

Şeva li xwe miqate be

Hin dezgehên çapemeniyê îdîa kirin ku rojnamevan Şeva Kurdî li bajarê Mûsilê di encama teqîna mayînekê de şehîd bûye. Lê di hin raporan de hat diyarkirin ku Şeva bi awayekî plankirî, hatiye kuştin. Di rojnameya Livîn Press de jî ragihandin ku Berpirsê yekem ê di PDK′ê de Fadil Mîranî bi riya telefonê ji Şeva xwestiye ku hişyar be û li xwe baş miqate be.

Di hin dezgehan de jî hat destnîşankirin ku Şeva hatiye tawanbarkirin ku destê wê di dozên girêdayî siyasetmedarên mezin de heye, ji ber vê biryara kuştina wê hatiye dayîn. Mayîna ku pê Şeva hat kuştin jî, lê nêzî noqteya kontrolê ya pêşmergeyên PDK′ê hatibû bicihkirin.

Ev kes  bi destê kê hatin kuştin?

Dozên kuştin û revandinên ku li Başûrê Kurdistanê di dema hukmê Berzanî de bi destê kesên ne diyar ve pêk tên,  bê ku ti hincet bê nîşandan, hatin girtin. Li vir ev pirs di serê mirovan re derbas dibe ″Gelo wê di dema pêş de, kî bibe qurbaniyê siyasetên PDK′ê?″