Koma Tevgera Goran li Parlamentoya Iraqê diyar kir ku PDK li hemberî pejirandina projeya yaseya bûdceya 2017’ê ya Iraqê ketiye nav şikestinek mezin û tenê şermezarî jê re maye û got; “Ji bo wê jî hewl dide bi her şêweyek be vê şikestin û şermezariya xwe veşêre.”
Li gor daxuyaniyekî nivîskî ya Koma Tevgera Goran li Parlamentoya Iraqê ku îro weşandî, têkildarî ew daxuyaniyên redkirin û reşkirinê yên PDK’ê li ser proje yasaya bûdceya 2017’ê ya Iraqê wiha ragihand; “PDK ketiye nava bêhintengiyekî siyasî de.”
Rastiyê berovajî dikin
Koma Tevgera Goran li Parlamentoya Iraqê di dewama daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha jî ragihand; “Piştî proje yasaya bûdceya 2017’ê ya Iraqê hat pejirandin, PDK ketiye nava şikestinek mezin û tenê li pêşberî xelkê Herêma Kurdistanê şermezarî jê re maye. Her wiha carek din dinava komên Kurdî de li hemberî çareseriya pirsgirêka mûçeyê karmend û pêşmergeyan derket. Ji bo vê jî ketiye nava çend hewldên ku xwe di çavê xelkê Herêma Kurdistanê de bê sûc bide diyarkirin. Ji ber di vê rewşê de ketiye nava bêhintengiyek siyasî de. Ji bû xwe jê rizgar bike ti hincetek peyda nekiriye. Tenê çend gotinên hevrêya me Sîrwe Ebdulwehîd ku li ser televîzyonê têkildarî lihevkirinekî neteweyî nêrînên xwe anîne ziman. Wan jî ev bi şêweyek sextekarî weke bêrêziya li hemberî malbatên şehîd, xizmên pêşmergeyan binav kirine. Ger ku PDK di xema jiyan û mûçeyê pêşmergeyan de ye, wê şandek bişandiban Bexda û ji bo bidestxistina mafên pêşmergeyan têbikoşa. Wê ev bi pratîk kiriba, ne bi gotin û dirûşmeyan. Belê koma PDK’ê hêzên pêşmergeyan ji eniyan vala kirine û di ser vê re jî ji bo parastina mafê wan, salona rûniştina parlamentoyê terikand. Her wiha li dijî tifaqa dinava komên Kurdî de derketiye.”
Heqê malbatên şehîdan desteser kir
Koma Tevgera Goran li Parlamentoya Iraqê di dawiya daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha jî got; “Li gel vê jî ger ku PDK û hikûmet li gel şikestina xwe, hinek rêz ji bo şehîd, jiyan û malbatên şehîdan girtiba, wê ew çend salin dolarê bi saya xwîna şehîdan dihat Herêma Kurdistanê daba malbatên şehîdan. Wê desteser nekiriba.”
SILÊMANÎ