Alîkariyên ku ji bo gelê Şengalê tên şandin ji aliyê PDK vê tên astengkirin û desteserkirin. Pêşmergeyên PDK’ê wan alîkariyan tenê li malbatên nêzî xwe belav dikin.

Roja 13’ê Îlonê rêxistina Emerîkî ya bi navê Samararîtan’s Purse ji bo welatiyên Êzîdî yên li çiyayê Şengalê kon û kelûpel anîn. Lê hêzên PDK´ê hemû alikariyên ku ji derve ji bo miletê Êzîdî tê şandin wek malê xwe dibîne û dest datîne ser. Hêzên PDK’ê alîkariyên ji bo hemû welatiyan hatî, li millet belav nake û tenê dide malbatên pêşmergeyan. 

 

Dixwazin gel neçar bihêlin

Welatiyên Êzîdî yên ku alîkarî wernegirtin ji RojNewsê re ragihandin ku PDK bi van şêwazan dixwaze hemû Êzîdiyan bi birçîbûnê re rû bi rû bihêle û wan neçar bike da ku bibin pêşmerge. Welatiyên Şengalê li hemberî van nêzîkatiyan nerazîbûna xwe nîşan dan û diyar kirin ku PDK bi ambargoyên aborî dixwaze Êzîdiyan neçarî xwe bike. Welatiyan anîn ziman ku PDK nahêle gel di riyên di navbera Rojava û Şengalê de çûyîn hatinê bikin û tiştên xwe yê zivistanê bînin. Êzîdiyan destnîşan kir ku kesên diçin Dihok û Zaxoyê, bi behaneyên cuda tên binçavkirin û alikariyên ji gel re jî tenê li alîgirên PDK´ê belav dikin. 


PDK alîkariyan malê xwe dibîne

Êzîdiyên ku nexwestin navê wan were eşkerekirin, derbarê vê helwesta PDK’ê de gotin: “Bi van şêwazan PDK dixwaze vîna Êzîdiyan bişkîne. Rêxistinên alikariyê divê di van mijaran de hişyar bin. Alikariyên ku dikevin destê PDK’ê, PDK wek malê xwe dibîne û li gorî berjewendiyên xwe belav dike.”

Êzîdiyên li çiyayê Şengalê berî niha jî jî bo şermezar kirina ambargoya aborî ya ku PDK dixwaze li ser gel bide meşandin, li pêşiya asayîşa di navbera Rojava û Şengalê de kom bûbûn û daxwazên xwe anîbûn ziman. Dayikên Şengalê gotibûn: “Eger ev astengî dewam bike, em ê jî rêya gelî bigirin û nehêlin pêşmerge derbas bibin.”

Çeteyên DAIŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014’an êrişî Şengalê û navçeyên din ên Êzîdiyan kir. Piştî dagirkirina wan navçeyan, bi hezaran jin û keçen Êzîdiyan ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hatin girtin. Herwiha bi hezaran Êzîdî jî hatin kuştin. Tevî hemû zorî û zehmetiyên zivistan û havînê, hê jî bi hezaran Êzîdî li çiyayê Şengalê jiyana xwe dewam dikin.


AMARA TOLHİLDAN/AZAD ŞENGAL/ROJNEWS/ŞENGAL