ZIRYAN BRADOSTÎ / SÎDEKAN
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker, çend berpisên leşkerî ji bo avakirina bendên kontrolê û komeke nû ya çeteyan erkdar kir. Li gorî çavkanî û jêderên herêmê, yek ji van berpisyarên PDK’ê Şêx Îmran Hacî Mihemed Lolanî birayê Şêx Hisên Lolanî û Mamî Erşad parlamenterên PDK’ê ne.
Şêx Îmran yek ji fermandarên payebilind ên Leşkerî yên Barzan e, û di heman demê de endamê MÎT’a Tirkiyeyê ye. PDK û Tirkiyeyê hem di aliyê madî û hem jî di aliyê teknîkê de derfetên mezin daye Îmran ku ji bo bikaranîna ciwanên herêma Bradostê li dijî PKK’ê.
Cihê gerîla îxbar dikin
Her wiha ev kes dixwaze li herêmê di nava eşîra Bradost û Herkî de terîqeta sofî (Cîhad) zindî bike. Bi navê Îslamê li herêmê digere û pereyan ji xelkê kom dike. Ji bo şopandina tevgera PKK’ê bi rêya çend kesên sofî parastina MÎT a Tirkiyeyê dike. Ev kes û sofî ku li her cihekê gerîla bibînin an wesayîtên PKK’ê bibînin bi rêya Parastin, qereqolên Lêlikan û Çiyadêl ên MÎT’a Tirkiyeyê agahdar dikin. Piştre balafirên şer ên dewleta Tirk cihên ku diyar kirine bombebaran dikin.
Piştî bapîrê xwe teslîm bû
Karê sixûrtiya Şêx Îmran a ji bo PDK’ê di demekê de ye ku piştî mirina bapîrê wî Şêx Hisên û Şêx Îmran Şêx Reşîd Lolanî destpê kiriye. Dema Şêx Reşîd Lolanî sax bû li dijî PDK û dewleta Tirk a dagirker bû. Lê piştî koça bapîrê wan Şêx Hisên û Şêx Îmran, beşekî mezin ê eşîr û terîqetê teslîmî PDK’ê û Tirkiyeyê bûn. Her wiha sala derbasbûyî Erşed Şêx Hisên li gundê Bermîze li deşta Berazigir leşkerên Tirk vexwandibû xwarinê. Li aliyê din Şêx Hisên û Erşedî di hilbijartina Stenbolê de ku hate nûkirin, li Stenbolê ji bo namzetê AKP’ê kar dikirin.
Ji bo komkirina xelkê li dora xwe li herêma Bradost û navçeyên wê gelek geriya. Lê xelkê deverê karê sixûrtiya li dijî PKK’ê red kir û bi tundî bersiva Şêx Îmran dane.
Berê jî ev finasên PDKê hebûn
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Kurdistanê PDK di karê avakirina çeteyan de xwedî ezmûnekê ye. Beriya niha çend caran komên çete ava kirin, di bin dagirkeriya dewleta Tirk de û bi rêya van çeteyan çend şoreşgerên mezin ên Başûrê Kurdistanê weke Şehîd Mame Rîşe, Şehîd Aram û Şehîd Doktor Sîrwan şehîd xistin.