Kolana xendekan li ser sînorê navbera Başûrê Kurditan û Rojava ve ji aliyê Partiya Demokratîka Kurdistanê ve ku Îran, PDK û bi heman şêwey dewleta Tirk piştgirî dikin. Li ser vê yekê nerazîbûna gelê Kurd û gelen di her ku diçe li hemberî zêdetir dibe. Desteya Rêveber a PÇDK’ê bi daxuyaniyekî nivîskî a duh ew helwesta PDK’ê rexne kir û wiha got: “Li jêr her xebatekî li dij Rojavayê Kurdistanê Partiya Demokratîka Kurdistanê dide diyar kirin ku bi şêweyekî aşkere dijminahiya gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê dike.

PÇDK’ê got ku: “Kulana xendekan (xendekên şermê) piştigrî kirina çeteyên DAIŞ’ê ye û piştgiriya êrişên wan yên bo ser gelê me li Rojavayê Kurdistanê ye.”
PÇDK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de bal kişande ser van xalan: Bi hemû hewildanekî xwe Partiya Demokratîka Kurdistanê bi şêweyekî aşkere dijminahiya hemû destkeftiyên gelê Rojava dike. Kolandina xendekan (xendekên şermê) piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê a êrişên wan yên li ser gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye. Ev serkeftinane gelê me li Bakur û Rojava li gel alikariya aliyên siyasiyên Kurdistanê dide nişandan ku êdî ti kes nikare sînor dinavbera parçeyên Kurdistanê de ku didema peymana Lozanê de li ser gele me dane çêkirin û parçe kirine, êdî nikarin dubare bikin. Lê belê Partiya Demokratîka Kurdistanê dixwaze ku vane dubare bike. Dikarîn bêjin ku Partiya Demokratîka Kurdistanê pêşengiyê ji bo bê îradexistina û têkbirina destkeftiyên gelê me di demekî ku Tirkiye, Îran û Sûriye ku naxwazin rê bidin vê serkeftina gelê Rojava. Partiya Demokratîka Kurdistanê li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyanî dide û girtina sînor û dijminatiya Kantonên Rojava û kolanî xendekan (xendeken şermê), ji ber vê yeke divê ev hewildanane bêne şermezar kirin û ji aliyê siyasiyetvanên nava hikûmet ve nabê ku navê Hikûmeta Herêma Kurdistan bikar bînin, nexwe hemû aliyî berpirsên vê yekê ne. Hemû ragehandinên Herêma Kurdistanê divê xwedî li erka xwe derbikevin ji bo vala derxistina vî karî ku xizmeta dijminên gelê me dikin. Dawa li hemû aliyên siyasî û rêxistinên civakî dikin ku li hemberî destkeftiyên gelê me ji bo parastinê bibin yek biryar.”

SILÊMANÎ