Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê û Endamê Komîteya Amdekar ê Mîhrecana Çîorka Kurdî Dîlawrê Zengî û Sekretêrê Komeleya Nivîskarên Kurd ê Bakurê Kurdistanê Ilhamî Sîdar hember helwesta PDK nêrazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku tevî ku hewldana têkbirinê, mîhrîcan bi serketî bi dawî bû.
Bi piştgiriya Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê û bi beşdarbûna Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriye û Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo di 8’ê hizêranê de 2. Mîhrîcana çîrokê di bin navê “Çîrok eynika civakê ye” dest pê kir. Diviyabû 16 çîrokvan û nivîskarên Kurd ên Başûrê Kurdistanê û di nava wan de Serokê Yekîtiya Torevanên Kurd a Başûrê Kurdistanê Kake Mem Botanî hebû û 4 nivîskar û lêkolînvanekî çîrokê ji Bakûrê Kurdistanê beşdarî Mîhrîcanê bibin. Piştî ku beşdarvan gihîştin deriyê sînor ê Pîşxabûr ê li hemberî deriyê Sêmalka, rayedarên PDK’ê destûra derbasbûna wan a Rojava neda.
’Armanca wan têkbirin bû ’
Dîlawrê Zengî destnîşan kir ku armanca wan ji mîhrecanê vejandina çand Kurdi ye û got: ”Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi armanca têkbirina mîhrecanê rê ne da nivîskar û rewşenbîrên ji Başûr û Bakur derbasî Rojava bibin. Lê Mihrecana me serkeftî hate lidarxistin, hewldarên wan têk çûn. “ Dîlawrê Zengî diyar kir ku wan Yekîtiya Wêjevanên Kurd a Başûrê Kurdistanê ji bo beşdarbûna Mîhrecanê ji bo beşdarî mîhrecanê bibin dawet kir û got: ˮSerokê Yekîtiya Wêjevanên Kurd a Başûrê Kurdistanê Kak Mam Botanê kêfxweşiya xwe anî ziman û gava me avêt ji pêşxistina çîrok û wêjeya Kurdî erênî nirxand.”ˮ
‘Li dijî exlaqên Kurdayetiyê ne’
Her wiha Îlhamî Sîdar jî nêzîkatiyên rayedarên PDK’ê û qedexekirina nivîskarên Bakur û Başûrê Kurdistanê ji bo beşdarî Mîhrecana Çîrokê bibin, şermezar kir û got: ˮ Kiryarên PDK’ê li dijî exlaqên Kurdayetiyê ne. Li ser pirs sedema qedexekirinê Ilhamî Sîdar got: “ˮEm nizan çima wisa kirin û destûr ne dan. Em wekî Komeleya nivîskaran nêzîkariyên rayedarên PDK’ê şermezar dikin, em îzahkirina vê yekê dixwazin. Em ne siyasetmedarin, em nivîksar û rewşnbîrin. Nêzîkatiya wan li ne insanî û dûr hemû nirxên biratî û Kurdayetiyê ye.”
ANHA