BERHEM LATÎF / ROJNEWS / DIHOK

Ev 12 roj in ku ofîsa televziyona NRT ya li bajarê Dihokê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatiye girtin. Rêveberê televziyona NRT got, ti bingeha qanûnê bi girtina ofîsê ve girêdayî nîne û asayîş nahêle ew ofîsê vekin.

Di 26’ê Çile de xelkê Şêladizê li dijî baregehên eskerî yên dewleta Tirk rabûn ser piyan û baregeha eskerî şewitandin. Televziyona NRT bi awayekî çalak raperîna Şêladizê dişopand, 3 tîmên televizyona NRT li Şêladizê ji aliyê hêzên PDK´ê ve hatin destgîrkirin. Heman rojê tîmeke din a NRT li Dihokê hate destgîrkirin û piştî 4 saetan hatin berdan.

27’ê Çile jî ofîsa televziyona NRT ya li Dihokê ji aliyê hêzên PDK´ê ve hate girtin. Rêveberên televziyona NRT got, asayîş rê nade ofîs were vekirin.

Biryara îstîxbarata PDK´ê ye

Ji wê rojê ve ofîsa televziyona NRT ya li Dihokê girtî ye. Rêveberê televziyonê got, ti sedemek qanûnî ji bo girtina ofîsê nîne: “Bi biryara parastinê, rê nayê dayîn ofîsa me were vekirin.”

Rêveberê televizyona NRT Şiwan Adil derbarê mijarê de ji me re got, “Tenê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêmê diyar kiriye ku agahiya wan ji girtina ofîsê nîne. Ji bo vê, ev biryareke parastinê ye û ti binemayek yasayî nîne. Konsolosên welatên derve û sendîkaya rojnamevanan ji girtina ofîsê hatine agadarkirin. Lê heta niha rê nayê dayîn ofîs were vekirin.”

Piştî serhildana Şêladizê, asayîşa PDK´ê zêdetirî 80 kesî li Dihok û Şêladizê girtin û 18 ji wan heta niha jî girtî ne.