Welatiyên Kalerê bertek nîşanî helwêsta PDK’ê ya têkildarî Tirkiye dan û xwestin PDK helwêsta xwe biguherîne. Li gorî nûçeya Berhem Letif a ROJ Newsê êrîşên balafirên şer yên TSK’ê ên li ser Qendîl û xaka Başûrê Kurdistanê dibe sedama nerazîbûnên çîn û pêkhateyên Başûrê Kurdistanê. Welatiyên navçeya Kelar a ser bi herêma Germiyanê ji ROJ Newsê re axivîn û êrîşên Dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Ciwanê binavê Araz Zûrab diyar kir ku êrîşên balafirên şer yên Dewleta Tirk yên li ser Qendîl û xaka Başûrê Kurdistanê ji ber rêvekirin û alikariya hizbên Başûrê Kurdistanê bi taybetî bi rêya herêma Zer ev êrîş pêk tên û got ku ev jî bû rêvekirinek ji bo çeteyên Tirk û got: ”Berê jî min gelek caran ev yek gotiye. Piştî her bombardûmanekê nagihe 24 saeta, binemala Barzanî digehîje Tirkiyê. Wêca ez nizanim ji bo destxweşiyê ye, yan jî ji bo gilî kirinê ye. Diyar e ji bo destxweşîlêkirinê ye. Ji ber ku bombardûman berdewam dikin.” Araz Zûrab di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku eger partiyên siyasî û gelê Başûr li hemberî bombardûmanên Binarê Qendîlê bêdeng be, ne dûre ku Dewleta Tirk sibe Silêmanî û Xaneqînê jî bombardûman bike.



Artêşa Tirk sivîlan dikuje


Welatî Eyad Mihemd jî xwest aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûr bibin xwedî helwêst û got: “Dewleta Tirk bi hinceta PKK’ê Binarê Qendîlê bombardûman dike. Lê em dibînin ku di van bombardûman de welatiyên sivîl dibin qûrbanî. Ji ber wê divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dest ji pirsgirêkên xwe yên navxweyî berdin û helwestek cidî nîşanî van bombarbûman bidin.” Eyad Mihemed ev jî got: “ PDK rê li ber êrîşên Dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê vedike. Hêz jî anîne Herêma Kurdistanê û gelek navend û baregehên wan li vir hene. Ev jî dibe sedem ku rê ji dewleta Tirk re vekirî be û dewleta Tirk li gorî daxwaza xwe xaka Herêma Kurdistanê topbaran bike û welatiyên sivil bibin qûrbanî.” 


 ROJNEWS/ KELAR